Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê, di encama lihevqelibîna mînîbus û motorsîkletekê de ajokarê motorsîkletê mir.
Qeza, li ser rêya Amed û Êlihê li nêzîkî taxa Seletê ya Bismilê çêbû.
Li gorî agahiyan, mînîbusa bi plakaya 44 AFP 568 û motorsîkleta ku E.T. dajot li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112ê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku ajokarê motorsîkletê E.T. li cihê bûyerê miriye.
Cenazeyê E.T. ji bo kar û barên otopsiyê şandin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Pêwendîdarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.



