Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê doza xwînê ya di navbera malbatên Mela Mûsa û Hemê Xatê de bi lihevhatinê bi dawî bû.
Rûspî û kesayetiyên Kurd û Ereban ji bo vê lihevkirinê bûn navbeynkar û dawî li dijminatiya 36 salan anîn.
Nakokî û dijminatiya di navbera her du malbatan de vedigere sala 1988an.
Wê demê ji ber nakokiyekê, kesekî ji malbata Mela Mûsa kesek ji malbata Hemê Xatê kuştibû.
Ji wê demê ve gelek aliyên siyasî, kesayetiyên civakî û rûspiyên herêmê xwestibû vê pirsgirêkê çareser bikin.
Lê ev hewldanên navbeynkariyê bêencam mabûn û pirsgirêk çareser nebûbû.
Merasîmeke berfireh hat lidarxistin
Herî dawî bi hewldanên rûspiyên Kurd û Ereb ên deverê, her du malbatan biryar da ku li hev bikin.
Ji bo vê lihevanînê civîneke berfireh hat lidarxistin.
Bi sedan kes ji xelkê herêmê, kesayetiyên civakî, rûspî û nûnerên eşîrên Kurd û Ereban beşdarî merasîmê bûn.
Peyama biratiyê
Di merasîmê de nûnerên eşîra Herbê û gelek rûspî û serokên eşîran axivîn.
Wan di axaftinên xwe de bal kişand ser çareserkirina nakokiyên civakî ya bi rêya aştî û diyalogê.
Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl jî di merasîmê de axivî û spasiya her du malbatan kir.
Li ser navê malbata Hemê Xatê jî Mihemedê Mûsê axivî.
Wî di axaftina xwe de behsa lêborîn û xurtkirina biratiyê kir.
Merasîma lihevanînê bi hembêzkirin û silavkirina endamên her du malbatan bi dawî bû.


