Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, 25 kes piştî xwarina li derve nexweş ketin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li bajarokê Zokaydê welatiyan li xwaringehekê xwarin xwar û piştî demekê dilê wan rabû û serê wan gêj bû.
Bi giştî 25 kes bi jehrê ketin û di nav wan de 12 xwendekar, dê û bavên wan hene. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya yekem a li cihê bûyerê, her 25 welatî veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Hat ragihandin ku ew welatî li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne û rewşa tenduristiya wan baş e.
Li aliyê din, derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.



