Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm derbarê encamên neyînî yên kêmkirina rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê de hişyarî da.
Wî ragihand ku ev metirsî ji kêmkirina budce û meaşan gelekî mezintir e.
Li gorî gotina wî, ev yek dibe sedema lawazbûna giranî û nûnertiya Kurdan li Parlamentoya Îraqê û dibe ku nêzîkî pênc kursiyan ji dest biçin.
"Ne tenê mijareke darayî ye"
Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm di daxuyaniyekê de amaje bi vê mijarê kir.
Amanc Rehîm diyar kir ku daxistina rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê ya ji sedî 14,14an wekî ji sedî 12,7an ne tenê mijareke darayî ye.
Ev yek dikare rasterast bandorê li kêmkirina nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Parlamentoya Îraqê bike.
Madeya 49an a Destûra Îraqê
Sekreterê Encumena Wezîran xwe dispêre naveroka Madeya 49an a Destûra Îraqê.
Di vê madeyê de wiha tê gotin: "Encumena Nûneran ji hinek endaman pêk tê û ji bo her 100 hezar kesî ji nifûsa Îraqê kursiyek tê diyarkirin."
Li gorî vê yasayê, hejmara nifûsê ji bo diyarkirina qebareya nûnertiya li parlamentoyê bîngeheke destûrî ye.
Hesabê kursiyan çawa ye?
Amanc Rehîm li ser encama vê kêmkirinê ya li ser 329 kursiyên Parlamentoya Îraqê şîroveyeke hûr kir û ev agahî dan:
“Li gorî rêjeya ji sedî 14,14an: Para Herêma Kurdistanê ya li parlamentoyê dibe nêzîkî 47 kursiyan.
Li gorî rêjeya ji sedî 12,7an: Para Herêma Kurdistanê dadikeve nêzîkî 42 kursiyan.
Ev hevkêşe tê wê wateyê ku egera jidestdana nêzîkî pênc kursiyên parlamentoyê li Bexdayê heye."
Zengila hişyariyê ye
Amanc Rehîm destnîşan ev yek nîşaneya wê metirsiya destûrî û siyasî ya mezin e ku di paşerojê de tê serê pêgeha Herêma Kurdistanê û got:
"Parastina rêjeya rasteqîn a nifûsa Herêma Kurdistanê, ne tenê parastina para budce û pereyan e.
Di heman demê de ev yek parastina deng, pêgeh û nûnertiya xelkê Kurdistanê ye li saziyên destûrî yên dewleta Îraqê."



