Hewlêr (Rûdaw) - Herêm Mihemedê bavê wan her sê zarokên ku li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê di Çemê Merîçê de xeniqîn, serpêhatiya xwe ya ji Silêmaniyê heta Tirkiyeyê ji Rûdawê re got.
Herêm Mihemed da zanîn ku qaçaxçî bi gefan ew û 8 kesên din neçar kirine li kelekeke gelekî biçûk siwar bibin ku şiyana hilgirtina ew qas kesan tê de nebûye.
Bavê her sê zarokan bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û xwest ku xelk dev ji rexneyên tund berde:
"Ji kerema xwe re ew qasî me meêşînin. Min nizanîbû dê qedera min bi vî rengî be. Min dixwest jiyaneke baştir ji bo zarokên xwe dabîn bikim. Kezeba min şewitî, dev ji me berdin."
Rêwîtî
Herêm Mihemed behsa destpêka rêwîtiya xwe kir û got:
"Ez ji Silêmaniyê bi balafirê hatim Tirkiyeyê û ji wir jî çûm Edirneyê.
Qaçaxçiyê me xelkê Hewlêrê bû û navê wî Rêkan bû. Rêberekî bi navê Serbaz jî pê re bû ku ew jî ji Hewlêrê bû.
Demjimêr derdora 19:00an bû, wesayîtek hat ber deriyê avahiyê û em birin nêzîkî sînorê Yunanistanê, cihekî ku Tirkiye, Yunanistan û Bulgaristanê digihîne hev. Em nêzîkî 20-25 xulekan bi pêyan meşiyan heta ku em gihîştin qeraxa çêm.
Em 8 kes bûn û 8 çente bi me re bûn, qaçaxçî jî du kes bûn. Min lavlav kir ku pêşî çenteyan û kesekî din bibin wî alî û paşê werin pey me.
Lê rêberê bi navê Serbaz gef li min xwar. Ji ber tirsa ku zererê nede zarokên min ez neçar mam qebûl bikim."
Kelek li darekê ket û qulibî
Herêm Mihemed li ser çawaniya qulibîna kelekê (belem) got:
"Hema ku em ketin nav avê û em du metreyan çûn, kelek li darekê ket û qulibî. Dema ku qulibî min ti kes nedît, ne zarok û ne kesekî din.
Min tenê karî hevjîna xwe rizgar bikim. Rêberên ku avjenî dizanîn xwe xelas kir û reviyan."
Piştî bûyerê Herêm xwe û hevjîna xwe digihîne xaleke nobedarên sînor ên Tirkiyeyê û alîkariyê dixwaze:
"Min xwe radestî leşkerên sînor kir û ji wan re got sê zarokên min di avê de xeniqîn. Wan jî yekser tîmên hawarçûnê û tîmên binê avê agahdar kirin."
Herêm Mihemed bangî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîr kir ku ji bo vegerandina termên zarokên wî yên ji bo Kurdistanê alîkariya wan bikin.
Her wiha spasiya parlamenter Dr. Musena Emîn kir ku timî pêwendî pê re daniye.
Bavê zarokan hişyarî da dê û bavan û got:
"Wekî min kezeba xwe meşewitînin û bi gotinên qaçaxçiyan mexapin."
Dayîk: Bila termên zarokên min vegerin Kurdistanê û li wir bên binaxkirin
Beriya vê karesatê, 13ê Îlona 2026an, Herêm Mihemedê 41 salî vîdeoya hevjîna xwe Hozan Rostema 37 salî û her sê zarokên xwe yên bi navê Hestiyar (5 salî), Heryad (9 salî) û Mêla (12 salî) tomar kiribû.
Ew di balafira şirketa AJetê de ji Silêmaniyê ber bi Stenbolê ve diçûn û zarokan bi kêfxweşî li hev dinêrî.
Piştî ku gihîştin Stenbolê, malbatê dixwest derbasî Yunanistanê bibe û ji wir jî here Almanyayê bibe penaber.
Ji bo vê yekê 55 hezar dolar danîbûn ku piştî gihîştina Almanyayê bidin qaçaxçî.
Hozan Rostemê bi girî ji Rûdawê re behsa wan kêliyên xofdar kir û anî zimên:
"Min çavên xwe girtin û şehadet anî çimkî min zanîbû em hemû ber bi mirinê ve diçin. Zarokên min li ber çavên min xeniqîn.
Yekane daxwaza min ew e ku termên zarokên min vegerin Kurdistanê û li wir bên binaxkirin."
Li gorî agahiyan, pêlên avê du ji zarokan birine û termên wan hîn nehatine dîtin. Zaroka sêyemîn ji nav avê hat derxistin lê li nexweşxaneya li Edirneyê mir.
Dayîk û bavê xemgîn niha li xaleke polîsan a li Edirneyê ne û çavê wan li dîtina termên her du zarokên wan e.


