Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê di operasyonekê de 16 kes bi tohmeta firotina madeyên hişbir desteser kirin û bi biryara dadgehê 13 kes ji wan hatin girtin.
Li gorî agahiyan, bi hevahengiya Serdozgeriyên Komarê yên Riha û Bêrecûkê, tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Madeyên Hişbir a Gerînendehiya Ewlekariyê ya Rihayê li dijî bazirgan û firoşkarên madeyên hişbir operasyonek pêk aniye.
Polîsan bi ser gelek mal û cihên diyarkirî de girtiye û di lêgerînên li van navnîşanan de kîloyek û 700 gram madeyên hişbir ên sentetîk, 16 hebên hişbir, 3 amûrên cam ên ku ji bo bikaranîna madeyan tên xebitandin, 2 demançeyên bêrûxset û 72 fîşek hatine dîtin û polîsan dest daniye ser wan.
Piştî ku kar û barên wan ên li navenda polîsan bi dawî bûn, 16 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin derxistin pêşberî dadgehê.
Dadgehê derbarê 13 gumanbaran biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Her wiha dadgehê ji bo gumanbarekî biryara girtîbûna li malê da û 2 gumanbarên din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.



