Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Turkiyeyê angaşt kir ku piştî Metînayê, tê plankirin ku stargeh û qadên PKKyê yên li Garê û Xakurkê jî gav bi gav werin valakirin.
Li gorî nûçeyê, ji bo vegera gerîlayên ku dê vekişin Qendîlê lîsteyek tê amadekirin lê desthilata Îraqê naxwaze birêvebirên pilebilind ên PKKyê li Îraqê bimînin.
Hat destnîşankirin ku piştî valakirina 4 baregehên li herêma Metînayê, tê plankirin ku xalên li ser xeta Garê û Xakurkê jî bi temamî nemînin.
Rojnameya navborî nûçeya xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê û radigihîne ku tê armanckirin pêvajoya îmhakirina şikeftên li ser riya ber bi Qendîlê ve heta meha Kanûna Paşîn bi dawî bibe.
Li gorî agahiyên di nûçeyê de, li qadên starê û navendên lojîstîk ên PKKyê pêşî qeydên krîmînolojîk ên çekan tên girtin.
Tê gotin ku ji bilî çek û cebilxaneyê, teqemenî, dron, paramotor, bêtêlên peykê û tiştên din jî ji aliyê Rêxistina Sîxuriya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ve tên tomarkirin.
Piştî van rêkaran, ew çek û amûr tên îmhakirin.
Her wiha tê angaştkirin ku şikeftên ku nexweşxane jî di nav wan de hene, piştî nehiştina çekan tên teqandin da ku careke din neyên bikaranîn.
Li gorî nûçeyê, navendên lojîstîk û qadên starê yên li Garê û Xakurkê di bin çavdêriya MÎTê de û bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê gav bi gav tên valakirin.
Lîste
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku nayê xwestin endamên PKKyê belav bimînin, lewma Qendîl wekî xala dawî ya kombûnê hatiye destnîşankirin.
Li gorî nûçeyê, piştî nehiştina şikeftan, endamên PKKyê dê vekişin Qendîlê û pêvajoya vegera wan a li Tirkiyeyê dê ji wir bê birêvebirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên rojnameyê li ser pêvajoya vegerê ev agahî parve kirine:
"Ew li wir kom dibin û lîsteya wan tê derxistin. Pişt re dê sewqiyata ji Qendîlê dest pê bike. Tê diyarkirin ka dê çend kes bin û dê çawa bên.
Lîsteyê dê bidin konsulxane û gumrukan û li van cihan dê maseyên taybet bên danîn."
Ji bo birêvebirên PKKyê vebijêrka “welatê sêyem”
Di nûçeyê de li ser p<şeroja wan birêvebirên PKKyê yên ku tê pêşbînîkirin li derveyî rêziknameyên yasayî bimînin jî nêrîn hatin diyarkirin.
Li gorî rojnameyê, hikûmeta navendî ya Îraqê naxwaze birêvebirên pilebilind ên PKKyê li ser axa Îraqê bimînin.
Her wiha tê angaştkirin ku vegera van kesan a li Tirkiyeyê jî nayê plankirin û armanc ew e ku Qendîl bi temamî were valakirin.
Ji ber vê sedemê, vebijêrka şandina birêvebirên rêxistinê ya ji bo welatên sêyem a di bin çavdêriya Tirkiyeyê de derketiye pêş.
Dibe ku pêvajo ji Şingalê dest pê bike
Hat ragihandin ku pêvajoya valakirinê ya li Şingalê di bin çavdêriya hikûmeta Îraqê de tê meşandin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku pêvajoya li Şingalê dikare wekî pêşketinên li Sûriyeyê bê kirin û dibe ku ji bo kesên li herêmê vebijêrka vegera li Tirkiyeyê yan jî mana li Îraqê hebe.
Di nûçeyê de hat angaştkirin ku eger Şingal ji komên çekdar were valakirin, dibe ku Tirkiye baregeha xwe ya leşkerî ya li Başîqayê vala bike û vegera sivîlan a li Tirkiyeyê misoger bibe.
Her wiha hat angaştkirin ku koma yekem a ku dê vegere Tirkiyeyê dibe ku ji Şingalê be.
Angaşta ku peywireke fermî nadin Ocalan
Di nûçeyê de behsa nîqaşên li ser statuya Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de jî hat kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku ti peywira fermî nadin Ocalan û serokatiya komîteyeke pêvajoya çekdanîn û aştiyê jî ji bo wî ne di rojevê de ye.
Çavkaniyan da zanîn ku Ocalan di pêvajoya nemana rêxistinê de rol digire û îdiayên li ser cihê mana wî ya li Îmraliyê red kirin.
Hat destnîşankirin ku îdiaya hebûna vîlayeke li Îmraliyê ne rast e û Ocalan dê di beşeke bimîne ku ji du jûran pêk tê û qadeke xebatê tê de heye de.


