Agirê (Rûdaw) - Werin em niha bi hev re herin navbera Îdir û Bazîdê û li qûntara Çiyayê Agiriyê bibin mêvanê çayxaneyekê.
Li bin siya Çiyayê Agiriyê, li ser rêya Bazîd û Îdirê, çayxaneyeke biçûk bûye navendeke balkêş.
"Starbucks a Bazîdê" ne şaxeke fermî ya vê marqeya navneteweyî ye.
Lê ew bi navekî balkêş, qehweyeke xweş û mêvanperweriya Kurdewarî bûye rawestgeha gelek rêwiyan.
Li vir, navê marqeyeke mezin bi hêsanî û germiya çayxaneyeke herêmî re li ber heybet û bedewiya Çiyayê Agiriyê dibin yek.
Ev çayxaneya biçûk a li ser rêya ku ji Bazîdê ber bi Îdirê ve diçe, bi çîrokeke xwe ya balkêş bala gelek kesan dikişîne.
Ew bi navê "Starbucks"ê li ser torên civakî belav bûye û niha bûye rawestgeheke ku gelek rêwî lê disekinin.
Rêwiyên ku li vir bêhna xwe didin, li hemberî heybeta Çiyayê Agiriyê wêne û vîdeoyan digirin.
"Ev der Starbucksa Kurdan e"
Xwediyê çayxaneyê Mehmet Akkuş li ser navdariya cihê xwe axivî û got:
“Ev der Starbucksa Kurdan e. Gelek kes ji her derê tên û serdana me dikin."
Akkuş destnîşan kir ku cihê wan ê li ber Çiyayê Agiriyê gelekî navdar bûye û got, "Li vir çay û qehweya Tirk û Kurdan heye."
Ji bo vê reklama bibandor pêwîstî bi şêwazên nûjen ên reklaman û tabloyên rengîn nebûye.
Tenê navekî balkêş, mêvanperweriya Kurdekî û qehweyeke xweş têra her tiştî kiriye.
"Ji bo danasîna bajarê me gelekî baş e"
Welatî Ummugulsum Yarenê jî kêfxweşiya xwe ya li ser vê çayxaneyê anî zimên û got:
“Li Bazîdê hebûna cihekî wisa gelekî baş e. Xelk tên û bêhna xwe didin. Ji bo danasîna bajarê me jî gelekî baş e.”
"Li Stenbolê yek jî ne ew qas xweş bû"
Denîz Îstiyê jî diyar kir ku ew ji Stenbolê hatine û wiha axivî:
“Li Stenbolê gelek Starbucks hene lê yek ji wan jî ne ew qas xweş bû. Cihekî wisa bi rastî gelekî li min xweş hat, her wiha gelekî navdar jî bûye."
Welatî Yusuf Îstî jî da zanîn ku dîtina cihekî wiha wan gelekî kêfxweş dike û wiha pê de çû:
“Ez jî ji Stenbolê têm. Dema em li welatê xwe tiştên wisa dibînin em gelekî kêfxweş dibin. Ev der cihekî gelekî xweş e. Çay û qehweya wan jî gelekî xweş e. Bila her kes were û bibîne.”
Navê marqeyeke mezin, rûgeşî û mêvanperweriya Kurdekî, navdariyeke li ser torên civakî û bedewiya Çiyayê Agiriyê li qiraxa rêyeke Serhedê gihîştine hev û ev çîrok nivîsandine.


