Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn ragihand ku karwanê 6emîn ê koçberên Serê Kaniyê dê roja çarşemê ber bi navçeyên xwe ve bi rê bikeve.
Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Fermandarê Asayîşê da zanîn ku biryar bû ev karwan sibe bi rê biketa lê ji ber temamnebûna hinek amadehiyên lojîstîk, derketina wî karwanî hat bipaşxistin.
642 malbat vedigerin
Li gorî agahiyên ku Siyamend Efrîn dane Rûdawê, di wî karwanî de 642 malbat hene.
Piraniya van malbatan xelkê gundên derdora Serê Kaniyê ne.
Siyamend Efrîn da zanîn ku ev malbatên vedigerin, niha li Kampa Waşokaniyê ya li rojavayê Hisîça û Kampa Newrozê ya li Dêrikê dimînin.
Ev dibe karwanê 6emîn ê koçberên Serê Kaniyê ku ji meha tebaxê ve vedigerin ser mal û gundên xwe.
Ev pêvajo bi hevahengiya aliyên pêwendîdar bi rê ve diçe.
Heta niha 5 karwan vegeriyane
Heta niha 5 karwanên koçberan vegeriyane ser cih û warên xwe.
Agahiyên wan karwanan bi vî rengî ne:
· Karwanê 5emîn: Di wî karwanî de nêzîkî 385 malbat hebûn û 13ê Çiriya Pêşîn vegeriyabûn.
· Karwanê 4emîn: 8ê Çiriya Pêşîn bi rê ketibû û ji 493 malbatan pêk dihat.
· Karwanê 3yemîn: 5ê Çiriya Pêşîn vegeriyabû û tê de 516 malbat hebûn.
· Karwanê 2yemîn: 8ê Îlonê vegeriyabû û ji derdora 700 malbatan pêk dihat.
· Karwanê yekem: 10ê Tebaxê vegeriyabû û ji derdora 400 malbatan pêk dihat.



