Qamişlo (Rûdaw) - Hecî Xelîl Qalûndirêj ji Qamişloyê ye lê temenê wî ji temenê bajêr mezintir e.
Ew kalemêrekî 102 salî yê rûken û xwînşîrîn e. Dostekî dêrîn ê Cegerxwîn û xemxurekî Kurdistanê ye ku bi dehan helbestên Kurdî jiber kirine.
Ew jî bi dilekî germ û rûyekî bi ken qala rojên ciwaniyê, serpêhatiya fêrbûna Kurdî û destpêka avabûna bajêr kir.
Beriya Qamişloyê hatiye dinyayê
Hecî Xelîl du salan beriya avakirina bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.
Ew li serxetê, li gundê Hatxê yê ku niha girêdayî navçeya Nisêbînê ya ya Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, ji dayîk bûye.
Wê demê sînor tune bûn û çûn û hatin gelekî hêsan bû.
Hecî Xelîl ku yek ji şêniyên herî temendirêj ê Qamişloyê ye, hevalekî ezîz û dostekî nêzîk ê helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn bûye.
Hecî Xelîl qala Cegerxwîn dike û dibêje: "Cegerxwîn zilamekî wisa bû ku Xwedê zanebûn dabûyê, ew jî hêjayî wê bû."
"Li Qamişloyê tenê 10 otomobîl hebûn"
Hecî Xelîl qala rojên ewil ên avabûna Qamişloyê dike û dibêje:
"Tê bîra min, li Qamişloyê wê demê hema tenê 10 otomobîê hebûn.
Cihû, Xiristiyan û Misilman bi hev re bi xweşî dijiyan, wekî bira bûn."
Kalemêrê 102 salî di serdemekê de jiyaye ku piraniya xelkê herêmê bi çandinî û ajaldariyê debara xwe dikir.
Ew jî yek ji wan kesan bû ku bi salan bi xwedîkirina pez û çandiniyê ve mijûl bûye.
Bi ava kulîlkan hînî nivîsandina Kurdî bûye
Yek ji serpêhatiyên herî balkêş ên Hecî Xelîl jî awayê fêrbûna wî ya xwendin û nivîsandina Kurdî ye.
Wî di wan mercên dijwar de ji bo fêrbûnê rêyeke nû dîtibû:
"Me kaxezên pakêtên tûtinê dianîn û darik tûj dikirin. Me kulîlkên sor ên nîsanê dikutandin û jê hibir çêdikir.
Me bi Kurmancî dinivîsand. Meleyên baş hebûn, wan em fêr dikirin."
Hecî Xelîlê ku li ser kaxezên cixarê û bi pûşikan fêrî Kurdî bûye, niha Quraneke ku bi zimanê Kurdî hatiye şirovekirin dixwîne.
"Ziman û nasnameya xwe biparêzin"
Tevî temenê xwe yê mezin, hezkirina wî ya ji bo ziman û çandê gelekî zindî ye.
Her çend dibêje ku ji ber temenê xwe gelek tişt ji bîr kirine jî, ew serbilind e ku temenek daye parastina zimanê Kurdî û dibêje:
"Me jiyaneke zor û zehmet derbas kir heta ku me zarokên xwe perwerde kirin û zimanê xwe parast."
Hecî Xelîl di dawiyê de şîretekê li nifşên nû dike û dibêje, "Zarokên xwe perwerde bikin, ziman û nasnameya xwe ya Kurdî biparêzin."


