Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell li Hewlêrê civiyan.
Wan di hevdîtinê de bal kişand ser bipêşxistina pêwendiyên dualî, hevkariya ewlehî û leşkerî û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro berî nîvro bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell û şandeya pê re rûnişt.
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî yên di warê ewlehî û leşkerî de hatine nirxandin.
Her du aliyan bal kişandiye ser hevkariya hevpar a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina aramiyê li Îraq û herêmê.
Mijareke din a sereke ya civînê jî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û bilezkirina hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Her wiha mijara pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên di navbera her du aliyan de jî hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê bi giştî û hewlên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyan hatin nirxandin.


