Hewlêr (Rûdaw) - Endama Fermandariya Giştî ya YBŞ û YJŞyê Viyan Hebabî ragihand ku hevdîtinên wan ên bi dewleta Îraqê re di asta herî jor de didomin û got, “Şervanên YBŞ û YJŞyê dê li Şingalê bimînin.”
Viyan Hebabiyê diyar kir ku heta astekê hevfehmkirin heye lê heta niha peymaneke fermî nehatiye îmzekirin.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jin ên Şingalê (YJŞ) Viyan Hebabî got, “Em gihîştin wê têgihîştinê ku şervanên YBŞ û YJŞyê dê li Şingalê bimînin û warê xwe biparêzin.”
“Gotûbêjên bi Bexdayê re didomin”
Rewşa Şingalê yek ji mijarên herî germ ên Îraqê ye.
12ê Îlonê nûnerên Êzidiyan û hêzên parastina Şingalê bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re civiyabûn.
Herî dawî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Ebûdî di Foruma MERIyê de gotibû ku wan bi hêzên parastina Şengalê re li hev kiriye.
Endama Fermandariya Giştî ya YBŞ û YJŞyê Viyan Hebabî li ser vê pêvajoyê ji Rojnewsê re axivî re axivî.
Hebabiyê diyar kir ku ji meha sibatê ve hevdîtinên ji bo çareseriyê didomin.
"Em hêzeke Îraqî ne"
Viyan Hebabiyê destnîşan kir ku wan ji destpêkê ve xwe wekî hêzeke Îraqî pênase kiriye û got:
"Metirsiya me li ser Îraqê nîne. Em bi xwe welatiyên vî welatî ne û hêza wî ne.
Lê her dem daxwaza me ji Îraqê ew bû ku hêza me ya parastinê di bin sîwaneke giştî de, li cihê xwe parastina civaka xwe bike.
Armanca hevdîtinan ew bû ku hêzên me bi artêşa Îraqê ve werin girêdan lê xweseriya xwe biparêzin."
"Şervanên me ji Şingalê dernakevin"
Viyan Hebabiyê li ser xalên lihevkirina bi Îraqê re ev agahî dan:
"Dê sîwaneke giştî hebe û bi wezareteke hikûmeta Îraqê ve girêdayî be lê dê xweseriya civaka Êzidî li ber çavan were girtin.
Me bi hikûmeta Îraqê re li hev kir ku şervanên YBŞ û YJŞyê dê li Şingalê bimînin.
Erkê me yê bingehîn parastina cih, war û civaka me ye. Hinek derdoran xwest ku di navbera me û artêşa Îraqê de şer derkeve lê me bi xwînsarî rê li ber vê yekê girt."
Fermandara YBŞyê anî zimên ku eger hevdîtin bigihîjin encamekê, ew dê bi daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re ragihînin.



