Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di encama lihevqelibîna mînîbusek û otomobîlekê de 12 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Semsûr û Serê Golê, li çerxerêya veqetandina rêya Rihayê çêbû. Mînîbûsa bi plakaya 02 S 0035 a ku Mahmut A. diajot û otomobîla bi plakaya 02 AGT 201 a ku Simon A. diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de şofêrê otomobîlê Simon A. û her wiha Diana H., Nuriye G., Alî G., Zelîha S., Şehrîban Y., Rabîa G., Mahmut D., Zeynal D., Asiye A., Îsmîhan T. û Necla A. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîman li cihê qezayê midexaleya yekem a birîndaran kir û paşê ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndarên ku tên dermankirin, ne baş e.
Lêpirsîna derbarê qezayê berdewam dike.



.jpg&w=3840&q=75)