Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya hevbeş a peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de, bi beşdariya nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê civiya.
Di civînê de bihêzkirina hevahengiyê di navbera Hewlêr, Bexda û Tehranê de û bicîhanîn a peymana ewlehiyê hatin nirxandin.
Îro li avahiya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, civîna komîteya hevbeş a peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de bi rê ve çû.
Li gorî daxuyaniya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, civîn bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Ebudî pêk hat.
Her wiha nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû.
Bihêzkirina hevkariya ewlehiyê hat gotûbêjkirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de rêyên çareserkirina pirsgirêkên heyî hatine nirxandin da ku nêrînên aliyan nêzîkî hev bibin.
Di gotûbêjan de, her sê aliyan zêdetir bal kişand ser bihêzkirina mekanîzmayên hevkarî û hevahengiyê yên di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê de.
Hat diyarkirin ku her sê alî dixwazin çareseriyên berçav peyda bikin da ku xalên peymana ewlehiyê pêk bînin.
Di civînê de her wiha ew pirsên ku di hevdîtinên borî de hatibûn diyarkirin lê hîn nehatine çareserkirin, hatin nirxandin.
Armanc ew e ku gavên pêwîst werin destnîşankirin, hevahengiyên hevbeş di warê ewlehiyê de werin zêdekirin û şopandina berpirsiyariyên ku aliyan berê li ser li hev kiribûn, were pêkanîn.
Peymana ewlehiyê sala 2023yan hatibû îmzekirin
Îraq û Îranê, bi armanca parastina ewlehiya sînorên hevbeş ên her du welatan û zêdekirina hevahengiyê di vê qadê de, 19ê Adara 2023yan li Bexdayê peymaneke ewlehiyê îmze kiribûn.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînên vê komîteyê dibe ku çavdêriya bicihanîna peymanê dike.



.jpg&w=3840&q=75)