Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê di rojên borî de li bajarên Kamyaran, Bane, Mahabad, Şino û Bedreyê yên Rojhilatê Kurdistanê, 5 welatiyên Kurd ku yek ji wan zarokekî 17 salî ye, desteser kirin.
Ji van kesan çarenûsa 4 welatiyan nayê zanîn û kesek jî piştî lêpirsînê hatiye berdan.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku 18ê Çiriya Pêşîn, hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê (Îtilaat) li bajarê Mahabadê bêyî biryara dadgehê bi ser mala welatiyê bi navê Îsmaîl Sûfî Mîneh de girtiye û ew desteser kiriye.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yek ji zarokên wî jî birine lê ew piştî çend saetan ji lêpirsînê hatiye berdan.
Her wiha 17ê Çiriya Pêşîn li parêzgeha Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ciwanê 17 salî yê bi navê Saro Sadiqşeh û li parêzgeha Şinoyê futbolîst û rahênerê futbolê Muhsîn Mewlûdpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Heman rojê li gundê Paqalê Gerawê ya navçeya Bedreyê ya parêzgeha Îlamê, ciwanê 19 salî yê bi navê Erfan Kerem-Weysî jî hat desteserkirin.
Li gorî agahiyan, ev her sê ciwan bêyî ti biryara yasayî ya dadgehê hatine girtin û ji bo ciheke nenas hatine veguhastin.
Malbatên wan heta niha jî ti agahî li ser çarenûs û cihê girtina wan negirtiye.
Di bûyereke din de ku 15ê Çiriya Pêşîn qewimiye, werzişvan û rahênerê laşsaziyê Sîna Perwîziyê ji gundê Elekê yê Kamyaranê, piştî ku bi rêya telefonê ji bo birêvebiriya Îtilaata Kamyaranê hat gazîkirin, hat desteser kirin.
Perwîzî piştî lêpirsînê û îmzekirina kaxiza sondnameyê hat berdan.



