Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan li ser li ser pêvajoyê rexne li helwesta desthilata Tirkiyeyê girt û got, “Gotin heye lê pratîk nîne.”
Duran Kalkan bal kişand ser pêvajoya nû û da zanîn ku wan ji bo rawestandina şer gavan avêtiye lê dewletê gavên pêwîst neavêtine.
Wî bangewaziya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi bîr xist û got, "Bila dest ji hatina Parlamentoyê berdin, heta niha derbarê statuya Rêber Apo de ti biryarên siyasî yan hiqûqî nehatiye standin."
Endamê Akademiya Zanistên Siyasî ya Abdullah Ocalan û serkirdeyê PKKyê Duran Kalkan ji Medya Haberê re axivî.
Wî rûdanên dawî yên pêvajoya çareseriyê nirxandin.
"Gotin heye lê pratîk nîne"
Kalkan bal kişand ser salvegera duyemîn a daxuyaniyên Çiriya Peşîn a 2024an ên Devlet Bahçelî.
Wî da zanîn ku hikûmet tenê gotinan dike lê di pratîkê de gavan navêje.
Duran Kalkan li ser helwesta dewletê got, "Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya yekem de gotibû 'bila Rêber Apo were li Parlamentoyê di grûba DEM Partiyê de biaxive'.
Dest ji hatina Parlamentoyê berdin, heta niha derbarê statuya Rêber Apo biryarek jî nehatiye standin. Ne biryareke siyasî û ne jî ya hiqûqî heye."
Kalkan anî zimên ku Bahçelî her wiha daxwaza "mafê hêviyê" jî ji bo Ocalan kiribû û got, "Lê dewleta Tirk 'mafê hêviyê' qet naxe ser zimanê xwe. Helbet biryardarî baş e, diyar e ku naxwazin pêvajoyê bi dawî bînin ji ber ku pêwîstiya wan pê heye. Lê ew gavên ku pêvajo dixwaze navêjin. Gotin heye lê pratîk nîne."
"Hêzên me ji sînoran derketine"
Kalkan diyar kir ku wan hemû hêzên xwe yên çekdar ji sînorên Tirkiyeyê vekişandine û ev agahî dan:
"Bila raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû cîhan bizanibe, niha ti metirsiyên gerîlayên PKKyê li ser ewlehiya Tirkiyeyê nîne.
Qet nebe 60 kîlometreyî ji sînor dûr in. Ti rîska pevçûnê nemaye. Di vî warî de êdî mesele çareser bûye."
Wî destnîşan kir ku ji bo gavên nû divê şert û mercên guncaw werin afirandin û got:
"Yek, berî her tiştî divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çêbibe û sîstema Îmraliyê were rakirin. Du, divê rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin û zemîna hiqûqî û siyasî ya pêwîst were avakirin."
Rewşa girtiyên nexweş
Kalkan qala girtiyên nexweş û pîr kir û got:
"Li zindanan rewşeke xirab heye. Berdana kesên ku 30-35 salan mane salek û du salan tê bipaşxistin.
Lijneyên ku hatine avakirin siyasî ne û girtî hemû rehîneyên siyasî ne."
Kalkan hişyariyeke tund da û got, "Eger ji zindanan cenazeyek derkeve, em dê wan wekî şehîdên şer bihesibînin. Bila mixatabên me vê yekê baş bizanin. Em dê bibêjin agirbest çênebûye û şer li zindanan berdewam kiriye."
"Tirkiye li gel Îranê li dijî Kurdan şer dike"
Duran Kalkan polîtîkaya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî rexne kir û qala peymanên nû kir û wiha domand:
"Bi rêya 'Peymana Mekkeyê' ku jê re 'NATOya Rojhilata Navîn' dibêjin, Tirkiye tevlî Peymana Îbrahîmî dibe û bi Îsraîlê re li hev dike."
Li gorî gotina Kalkan, Tirkiye niha hêzan dişîne Siûdiyê da ku li Yemenê li dijî alîgirên Îranê şer bikin û got:
"Lê ji aliyê din ve em dizanin ku li dijî Kurdan bi Îranê re lihevkirineke wan a bipêşketî heye.
Polîtîkaya Hakan Fîdan dişibe cambazê li ser werîs, li Kendavê bi Amerîka û Îsraîlê re li dijî Îranê şer dike, dema tê Zagrosan jî bi Îranê re li dijî Kurdan şer dike."
.jpg&w=3840&q=75)


