Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê di dema kolandina bingehê projeyeke niştecihbûnê ya taybet de deriyekî dîrokî hat dîtin.
Ev derî yê beriya 1700 salî ye û dîroka wî vedigere serdema Împaratoriya Sasaniyan.
Deriyê dîrokî yê ku 9 metreyan ji binê erdê hatiye derxistin, dê were parastin û li nav heman projeya niştecihbûnê bibe qadeke arkeolojîk a vekirî.
Li navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya Herêma Kurdistanê, di dema xebatên kolandinê yên li qada projeyeke nû ya niştecihbûnê de keşfeke girîng hat kirin.
Tîman 9 metreyan di bin erdê de xwe gihand deriyekî bîrdariyê yê serdema Sasaniyan.
Arkeolog û pisporan li ser avahiyê lêkolîn kir û diyar kir ku ew deriyê paşîn ê "Kanala Gawir" (Cokey Gawre) e.
Ev kanal yek ji mucîzeyên herî mezin ên endezyariyê yên serdema xwe tê dîtin.
Kanala avdanê ya 30 kîlometreyî ya Şapûrê Mezin
Avahiya avê ya ku li devera Geliyê Hemî Kerîm derketiye holê, di serdema Şapûrê Mezin (Şapûrê IIyan), desthilatdarê 10emîn ê Împaratoriya Sasaniyan de hatiye çêkirin.
Ev derî ku beşek ji kanala antîk a 30 kîlometreyî ye û ji bo avdana zeviyên çandiniyê yên li Deşta Germiyanê hatiye çêkirin.
Kanala antîk paşeroja qedîm a herêmê ya di endezyariya çandinî û avê de radixe ber çavan.
Berpirsê Yekîneya Çapemeniyê ya Birêvebiriya Berhemên Dîrokî ya Germiyanê Mihemed Elî ji Rûdawê re axivî.
Wî tekez kir ku ev keşif ji bo nasnameya bajêr xalekî werçerxanê yê dîrokî ye û got:
"Ev derî bi awayekî şênber îsbat dike ku Kelar û bi giştî cografyaya Germiyanê xwedî rabirdûyeke gelekî kûr e ku bi hezaran salan diçe paş."
Nîşaneyên hostayên keviran ên 17 asrî
Di encama lêkolînên berfireh ên pisporan ên li ser derî de, hûrgiliyeke din a balkêş derket holê.
Li ser blokên derî 30 nîşaneyên cihê yên hosta û kevirtiraşên serdema Sasaniyan hatin tespîtkirin.
Dîroknasan destnîşan kir ku ev nîşane di serdema antîk de ji aliyê hosta û karkerên ku kevir ji ocaxên keviran dibirîn û dianîn qada înşaatê hatine kolan.
Tê pêşbînîkirin ku ev yek ji bo hesibandina mîqdara kevirên ku hatine bikaranîn, rojên karkirinê û heqdest, wekî celebeke pergaleke antîk a muhasebe hatiye bikaranîn.
Înşaat û dîrok dê bi hev re bijîn
Ji bo ku ev deriyê dîrokî yê di qada projeya niştecihbûnê de ye bêyî ku were rûxandin ji paşerojê re bê veguhastin biryareke mînak hat standin.
Xebatên înşaatê dê werin sererastkirin û ev qad dê were parastin.
Her wiha ev qad dê di nav sîteya niştecihbûnê de wekî qadeke mîrateya arkeolojîk a tomarkirî bê pêşandan.


.jpg&w=3840&q=75)