Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, tankereke mazotê qulibî û agir pê ket. Di encama bûyerê de ajokarê tankerê mir.
Li gorî agahiyan, tankera mazotê ya bi plakaya 73 HA 457 a ku Abdulcelîl Yel (30) diajot, li ser rêya Wêranşar û Mêrdînê, li nêzîkî Pira Şavoletê ji kontrola ajokar derket û qulibî.
Piştî ku wesayît qulibî, yekser agir pê ket. Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman midaxeleyî şewatê kir û piştî xebateke dijwar agir vemirî.
Di encama kontrolên ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin kirin de hat tesbîtkirin ku ajokarê tankerê Abdulcelîl Yel li cihê bûyerê miriye.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê lêpirsîn da destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)