Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî Xebatên ji bo çareserkirina paşeroja Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Rojava didomin.
Li gorî nûçeya ANHAyê, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi şêniyên Amûdê re civînek li dar xist û rûdanên dawî nirxandin.
Beşdaran di civînê de li ser çawaniya derbaskirina pirsgirêkên heyî gotûbêj kir û wan pêşniyar û nêrînên xwe anîn zimên.
Mezlûm Ebdî derbarê zanîngehan diyar kir ku ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ji bo berdewamiya xebata fakulte û peymangehên Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Rojava hewldan berdewam dikin.
Wî destnîşan kir ku hîn lihevkirineke dawî li ser rewşa wan nehatiye kirin.
Mezlûm Ebdî her wiha da zanîn ku divê xwendekarên qonaxa amadehiyê di pêvajoya hevyazbariyê de, ku îsal ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve hatiye ragihandin, xwe tomar bikin.
Ev yek ji bo wê ye ku ji xwendina xwe ya îsal bê par nemînin.
Heta ku çareseriyeke dawî li ser berdewamiya xebata van fakulte û saziyan di sala bê de were dîtin, xwendekar divê vê gavê biavêjin.


