Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya bajarên Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza danê êvarê di navbera 2 otomobîlan de çêbûye.
Birêvebirê Hawarçûna Bilez a Mehabadê Muhsîn Resûlî ragihand ku tîmên wan çûne cihê bûyerê lê her 2 şofêr ji ber giraniya birînên xwe mirine.
Muhsîn Resûlî her wiha da zanîn ku 3 kesên din ên di nav otomobîlan de jî birîndar bûne û ji bo tedawiya ew veguhastine nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan, qeza ji ber wê yekê rû daye ku otomobîla Peugeot 405ê di dema derbaskirina traktorekê de li otomobîla Samandê ya ku ji aliyê din ve dihatiye qelibiye.
Li gorî rapora Tiba Dadî ya Urmiyeyê ji 21ê Adarê heta 21ê Hezîranê li parêzgehê di qezayên trafîkê de 194 kes mirine.
Hat ragihandin ku ji wan kesan 152 kes mêr û 42 kes jî jin bûne.


