Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrwanê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, şivanekî 28 salî li çolê kuştî hat dîtin.
Li navenda navçeya Şêrwanê ya Sêrtê şivanê bi navê Hamza Taloyê 28 salî doh çû ber keriyê xwe yê li çola navçeyê û careke din venegeriya.
Malbata wî piştî ku ti zanyarî ji Hamza Talo wernegirt, hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê cendirmeyan û tîmên parastina sivîlan li gel 4 dronan dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Di encama xebatên lêgerînê de Hamza Talo, 8 kîlometreyan ji navenda Şêrwanê dûr bi awayekî kuştî hat dîtin.
Di lêkolînan de hat tesbîtkirin ku Hamza Talo bi çekê hatiye kuştin.
Piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê termê Talo ji bo karên otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hat kirin.


.jpg&w=3840&q=75)
