Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Birêvebirî ya Silêmaniyê biryara parêzgarê berê yê Silêmaniyê ku destûr dida xanî û apartman li ser navê welatiyên Îraqî û biyanî werin tomarkirin, bi temamî betal kir.
Yek ji parêzerên dozê Umêd Heme Reşîd diyar kir ku ev biryar li gorî Destûra Îraqê hatiye dayîn da ku pêşî li guhertina demografiya herêmê bê girtin.
Reşîd 21ê Çiriya Pêşîn ji Rûdawê re ragihand ku berê li Silêmaniyê xanî û apartman bi hêsanî li ser navê her kesî dihatin tomarkirin û tenê destûra ewlehiyê bes bû, lê îro dadgehê ew biryar bi temamî betal kir.
"Em naxwazin demografiya herêmê bê guhertin"
Parêzer destnîşan kir ku daxwaza wan a ji bo betalkirina biryara berê, xwe dispêre Destûra Îraqê.
Heman biryar berê li parêzgeha Nînovayê jî hatibû sepandin, wê demê welatiyekî Misilman xwestibû di herêmeke Xirîstiyanan de bi rêya îhaleyê erd bikire lê destûr nehat dayîn.
Paşê Dadgeha Federal a Îraqê jî ew biryar pejirand. Parêzer Umêd Heme Reşîd diyar kir ku ev biryar ji bo Herêma Kurdistanê û navçeyên cihê nakokiyê (madeya 140) jî derbasdar e, ji ber ku wekî şêniyên herêmê, ew naxwazin pêkhateya niştimanî û demografiya wan bê guhertin.
Dadgeha Birêvebirî ya Silêmaniyê ku girêdayî Encûmena Şêwirmendiyê ya Herêma Kurdistanê ye, 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an bi serokatiya dadger Husên Muhyedîn Tehmas û bi endamtiya dadgeran Azad Ekrem Mecîd û Qadir Mihemed Nûrî pêk hat.
Ev doz li ser daxwaza sê welatiyan bi navên Umêd Heme Reşîd Mihemed, Benaz Mihemed Şerîf û Şiwane Ebdula Ebdulrehman li dijî Parêzgarê Silêmaniyê û alîkarê wî yê yasayî Kandîş Yasîn Mihemed Emîn bi rê ve çû.
Hinceta dozê û fermanên parêzgarê berê
Dozgeran di daxwaznameya xwe de bal kişand ser fermaneke fermî ya parêzgarê berê ku 6ê Hezîrana 2016an bi hejmara 6448an derçûbû.
Di wê fermanê de hatibû gotin ku ji bo bipêşketina aborî, geştiyarî û li ser pêşniyara Jûra Bazirganiyê, mafê kirîn û tomarkirina xanî û apartmanan mîna rûniştvanên Silêmaniyê ji bo hemû welatiyên Îraqî û biyanî jî derbasdar e.
Di wê biryara berê de şert hatibû danîn ku tenê destûra Asayîşa Silêmaniyê hebe û Birêvebiriya Tomarkirina Milkan a Silêmaniyê bêyî vegerandina li ba parêzgar hêsaniyê ji bo vê tomarkirinê bike.
Lê belê daxwazkarên dozê diyar kir ku ev ferman bûye sedema koçberbûneke mezin û nîştecîbûna herdemî ya welatiyên ji naverast û başûrê Îraqê ya ber bi Silêmaniyê ve.
Bi nêrîna wan, ev rewş demografî û pêkhateya resen a xelkê parêzgeha Silêmaniyê têk dibe û li dijî armancên destûrê ye.
Wan bal kişand ser xala 23yemîn a Destûra Îraqê ku her cure kirîn û xwedîbûna milkan a bi armanca guhertina demografiyê bi temamî qedexe dike, bi taybetî ku hîn xala 140 (ya navçeyên cihê nakokiyê) nehatiye bicihanîn.
Daxwazkarên dozê her wiha anî ziman ku parêzgar tenê berpirsê bicihanînê ye û mafê dayîna milkiyetê tenê karê parlamentoyê ye.
Ew di doza xwe de xwe dispêrin Yasaya Hejmara 19 a sala 2003yan a Parlamentoya Kurdistanê ku li dijî siyaseta paqijkirina etnîkî û Erebkirinê (te'rîb) hatiye derxistin.
Biryara dawî ya dadgehê
Dadgeha Birêvebirî ya Silêmaniyê piştî nirxandina yasayî ragihand ku parêzgarê Silêmaniyê ne di Yasaya Parêzgehên Herêma Kurdistanê ya sala 2009an û ne jî di Yasaya Tomarkirina Milkan a sala 1971an de, maf û desthilatdariyeke wê ya wiha nîne ku diyar bike milk li ser navê kê werin tomarkirin an neyên tomarkirin.
Dadgehê destnîşan kir ku hincetên wekî bipêşketina aborî û nêrîna jûra bazirganiyê nikarin cihê yasayê bigirin.
Di encamê de, dadgehê bi yekdengî biryar da ku fermana Parêzgarê Silêmaniyê ya hejmara 6448 a dîroka 06.06.2016an bi temamî bê betalkirin û hemû lêçûnên dadgehê jî bikeve ser milê parêzgar.
Ev biryar li pêşberî Alîkarê Dozgerê Giştî Behadîn Heme Seîd Salih bi eşkereyî hat xwendin û li gorî yasayê mafê îtirazê ji bo vê biryarê jî heye.



.jpg&w=3840&q=75)