Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku bi dîrok û tehmên xwe yên bêhempa tê naskirin, dema geşt û guzariyê bi coşeke mezin dest pê kir.
Li gorî daxuyaniyên dawî yên berpirsên turîzmê, ji serê vê mehê ve pêleke nû ya geştyaran a ji Ewropa û bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe daye vî bajarê kevnar.
Tê pêşbînîkirin ku ev herikîna geştyaran a ber bi kolanên dîrokî yên bajêr ve, heta dawiya çiriya paşîn berdewam bike.
Her çend salane zêdetirî milyonek û nîv geştyar serdana Rihayê dikin jî, ji ber kêmasiya otêlan tenê 900 hezaran ji wan li bajêr dimînin.
Pisporên herêmî tînin ziman ku bajarê ku wekî beşeke ji "Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê" tê naskirin, bi dîtina şûnwarên bêhempa yên wekî Girê Mirazan, Gola Masiyan û navçeya Xelfetiyê li gel xwarinên xwe yên navdar, xwedî potansiyeleke pir mezin e.
"Xelkê Rihayê gelekî jidil û xwîngerm in"
Ji derveyî welat û ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek geştyar serdana navenda bajêr û şûnwarên dîrokî kir.
Lîva Nura ku ji Almanyayê hatiye, hestên xwe wiha anî ziman:
"Em ji Almanyayê tên, ji aliyê Kolnê tên. Riha pir xweş e. Xelkê wê gelekî jidil in, xwîngerm in. Dilnizm in, mêvanperwer in. Cihekî dîrokî ye. Ev der xweş e, me jê hez kir."
Mîne Ekşiyê jî ku ji Kocaeliyê ye, diyar kir ku ew bi hesret li benda dîtina şûnwarên Rihayê bûye û wiha got:
"Beriya ku bêm, min Rihayê gelek meraq dikir. Bi taybetî jî dixwazim Girê Mirazan bibînim."
Ji Gola Masiyan heta Girê Mirazan: Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê
Geştyarên ku tên bajêr, tenê bi cihekî ve sînordar namînin. Hinek diçin Gola Masiyan, hinek diçin Girê Mirazan û hinek ji wan jî diçin malên taybet ên Heranê û navçeya şîrîn Xelfetî.
Helbet di vê serdanê de geştyar tehma xwarinên navdar ên Rihayê jî ji bîr nakin.
Serdar Laleyê ku ji Yozgatê hatiye wiha lê zêde kir:
"Cihekî balkêş e, gelekî xweş e. Em ji gera wê têr nebûn."
Her wiha geştyara ji Bulgaristanê Nadiya Hirîstovayê jî kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman:
"Ez ji Bulgaristanê me. Riha bajarekî xweşik e. Çanda wê jî xweş e."
"Lêkolîn berdewam dikin, Ewropa çavê xwe berdaye Rihayê"
Berpirsên şirketên turîzmê balê dikişînin ser girîngiya lêkolînên nû yên arkeolojîk. Berpirsê şirketeke geşt û guzariyê ya li Rihayê Omer Ademoglu li ser vê babetê wiha axivî:
"Li Girê Mirazan, Xirabreşkê û li van cih û warên dîrokî lêkolîn berdewam dikin. Her carê tiştên nû derdikevin.
Hemû Ewropa van tiştên ku nû derdikevin dibînin. Ji ber vê yekê gelek kes serdana vê derê dikin."
Riha, Amed û Mêrdîn di qada geşt û guzariyê de wekî "Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê" têne pênasekirin.
Her çend balkêşiya wê ya navneteweyî roj bi roj zêde dibe jî, niha piraniya geştyarên ku berê xwe didin herêmê ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên.


