Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Qamişlo Sporê li Rojavayê Kurdistanê rastî qezayeke trafîkê hat.
Wesayîta ku lîstikvanên tîmê tê de bûn, li ser Rêya M4ê ya navneteweyî qeza kir.
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ragihand ku di vê qezayê de 5 lîstikvanên tîmê û ajokarê otomobîlê birîndar bûn.
Li nêzîkî gundê Til Erbîdê çêbû
Qeza li gundewarê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê çêbû.
Li gorî agahiyan, dema otomobîla tîmê li ser Rêya M4ê diçû, li nêzîkî gundê Til Erbîdê qeza kiriye.
Sedema sereke ya ji kontrolê derketina otomobîlê hîn bi awayekî zelal nehatiye eşkerekirin.
Lê piştî bûyerê, tîmên tenduristiyê yekser çûn cihê qezayê.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Di qezayê de bi giştî 6 kes birîndar bûn.
Ji van kesan 5 lîstikvanên Qamişlo Sporê ne û kesê din jî ajokarê otomobîlê ye.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Pişt re hemû birîndar ji bo tedawiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Bijîşjkê birîndar ji Rûdawê re ragihand ku ti metirsî li ser rewşa wan nîne û birînên wan sivik in.


