Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnamegerên ku rojane çalakî û xwenîşandanan dişopînin, vê carê bi xwe daketin kolanan û xwenîşandanek li dar xist.
Rojnamegeran di çalakiya xwe de bertek nîşanî sansurê da.
Her wiha wan nerazîbûna xwe ya li dijî girtin û desteserkirina rojnamegeran anî zimên.
Wan astengkirina malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî jî bi tundî şermezar kir.
"Ji sansurê re na û ji nûçeyan re azadî"
Ew kesên ku rojane çalakî, bûyer û xwenîşandanan dikin nûçe, vê carê ji bo xwe meşiyan.
Li Amedê bi dehan rojnameger bi dirûşma “Ji sansurê re na û ji nûçeyan re azadî” meşiyan.
Rojnameger Bîlal Guldem li ser armanca meşê axivî û got:
“Dema mirov li amarên azadiya raman û çapemeniyê yên li cîhanê dinêre, dibîne ku Tirkiye di asta herî jêr de cihê xwe digire. Çima? Ji ber ku îro bi rastî jî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bûne zindana rojnamegeran. Tirkiye ji bo binpêkirina mafên rojnameger û saziyên ragihandinê bûye zindan.”
Tenê di sala 2026an de 40 hezar malper hatin girtin
Li gorî amarên Komeleya Azadiya Ramanê, li Tirkiyeyê hejmara malper û hesabên medyaya civakî yên ku hatine astengkirin gihîştiye milyonekî.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, tenê di sala 2026an de 40 hezar malper hatine girtin.
"Divê nûçegihan azad bin"
Rojnameger Medîne Mamedogluyê jî daxwazên xwe bi van gotinan anî zimên:
“Divê çapemenî azad be. Divê nûçe azad bin û nûçegihan azad bin. Em ji bo wê yekê îro dimeşin. Em ji bo hemû nûçegihanan, ji bo berdana yên girtî li vê derê ne. Em dixwazin êdî rûpel, malper û nûçe neyên astengkirin.”
Ne tenê li Amedê, rojnameger li Wan, Enqere û Stenbolê jî di nav de li 10 bajaran daketin qadan.
Zêdetirî 30 rojnamegeran girtî ne
Serokê Giştî yê Sendîkaya DÎSK Basîn Îşê Turgut Dedeoglu jî ev agahî dan:
“Di destê TMSFyê de bi giştî 10 kanalên televîzyonê hene. Dema em lê dinêrin, zêdetirî 3 hezar û 500 hesabên medyayê hatine astengkirin.
Niha zêdetirî 30 rojnamegeran di zindanan de girtî ne.”
Rojnamegeran di çalakiya xwe de bangî hemû hevkarên xwe kir.
Wan xwest ku ti kes li hemberî astengkirina nûçeyan û binpêkirina mafên rojnamegeriyê bêdeng nemîne.



