Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çomanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê bi dronekê êrişî kampa Komeleya Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Elî Rencberî ragihand ku îşev bi dronekê êrişî kampa wan a li herêma Dola Alanê hatiye kirin.
Bi gotina Elî Rencberî di vê êrişê de ti zererên canî çênebûn.
"Dron ji aliyê Hacî Omeranê ve hatibû"
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan Elî Rencberî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Elî Rencberî da zanîn ku êriş bi dema Hewlêrê derdora saet 22:00yan çêbûye û got:
“Îşev derdora saet 22:00yan bi dronekê êrişî kampa me ya li Dola Alanê hat kirin.
Dron ji aliyê Hacî Omeranê ve hatibû. Baş e ku zererên canî nîne, tenê zererên madî çêbûne.”
Zêdetirî hezar êrişan hatine kirin
Berpirsê Komeleya Zehmetkêşan diyar kir ku ji destpêka êrişan ve baregehên wan bi sedan caran bûne armanca êrişên dronan.
Li gorî wan amarên ku Rûdawê li ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê kom kirine, ji destpêka şer ve bi zêdetirî hezar dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.


