Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê pevçûna di navbera zarokan de bi tevlîbûna malbatan veguherî pevçûna bi çekan û kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Pevçûn li taxa Qibrisê ya navçeya Bêlqisê rû da.
Li gorî agahiyan, nîqaşa di navbera zarokan de ji ber sedemeke nediyar dest pê kir lê piştî ku endamên malbatan tevlî bûn nîqaş mezin bû.
Her du aliyan bi dar û çekan êrişî hev kir û de 5 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqisê.
Murat Y.yê 30 salî yê ku di nav birîndaran de bû, tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.
Dermankirina 4 birîndarên din li nexweşxaneyê didome.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hem li taxa Qibrisê û hem jî li ber nexweşxaneyê tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtin.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.


