Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, tê çaverêkirin ku roja sêşemê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baranên gur ên bi birûsk bibarin.
Li gorî pêşbîniya hewayê ya 5 rojên pêş a Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, baran dê li gelek herêman bibare û heta roja pêncşemê jî li hinek deveran berdewam bike.
Roja sêşemê li herêmên Marmara, Ege, Deryaya Spî, Anatolyaya Navîn ên Tirkiyeyê û li hin deverên Bakurê Kurdistanê baranên bi birûsk tên pêşbînîkirin.
Tê texmînkirin ku roja çarşemê baran li qadeke berfirehtir belav bibe û roja pêncşemê jî li herêmên navîn û başûrê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bidome.
Di nirxandina keşnasiyê ya îro de hat ragihandin ku hişyariyeke nû ya lezgîn nîne lê tê pêşbînîkirin ku îro piştî nîvro li Bakurê Kurdistanê li derdora Çewlîg û Mêrdînê, her wiha li beravên parêzgehên Mugla û Aydinê yên Tirkiyeyê jî baran bibare.
Li Stenbolê baranên xurt
Pisporê keşnasiyê Orhan Şen jî da zanîn ku baranên gur dê ji şeva duşemê ve dest pê bikin.
Orhan Şen hişyarî da ku divê li Stenbolê bi taybetî rojên sêşem û çarşemê baldarî li ser rewşa hewayê hebe.
Şen destnîşan kir ku pileyên germahiyê dê 2 heta 3 pileyan ji bin navîniya demsalê dakevin.
Orhan Şen li ser hefteya pêş wiha got:
"Rewşa hefteya bê dê hinekî xeternak be. Li Herêma Marmarayê baran dikare bibe sedema lehiyan. Dibe ku baranên xeternak bibarin."



