Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê, gumanbarê ku 2 bira kuştibûn û birayekî wan jî birîndar kiribû xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê kir.
Du çavkaniyan ji Asayîşa Akrê ji Rûdawê re ragihand ku bikujê 2 birayan bi xwesteka xwe çûye û xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.
Roja pêncşemê li ber Parka Akrê kesekî bi çekê êrişî 3 birayan kiribû.
Di êrişê de birayên bi navên Cemal Hacî û Felah Hacî hatibûn kuştin û birayekî wan jî birîndar bûbû.
Polîsê Akrê eşkere kiribû ku bikuj pismamê wan e û piştî bûyerê reviyaye.
Berdevkê Polîsê Akrê li ser pêvajoya girtina gumanbar ji Rûdawê re axivîbû.
Berdevkê Polîsê Akrê gotibû:
"Ew taxa ku gumanbar xwe lê veşartiye taxeke qerebalix e û gelek sivîl lê dijîn.
Ji ber ku em naxwazin di şerekî de sivîl bibin qurbanî û karesateke nû çêbibe, derfetên me yên operasyonê kêm in."
Tê çaverêkirin ku gumanbar piştî lêpirsîna li navenda ewlehiyê bişînin dadgehê.



