Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xamûrê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê qezayeke giran a trafîkê çêbû.
Barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes mirin.
Her wiha di qezayê de kesek jî birîndar bû.
Barhilgira bi plakaya "04 AAY 361" a ku M.K. diajot û barê wê silkên şekir bû, li Xaçerêya Xamûr-Dutaxê li otomobîla bi plakaya "34 CCP 485" qelibî.
Hîn nasnameya şofêrê otomobîlê nehatiye diyarkirin.
4 kesên di otomobîlê de bûn mirin
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û polîs çûn cihê bûyerê[1].
Di qezayê de F.K. (15), V.K. (72), D.K. (62) û A.K. (36) yên ku di otomobîlê de bûn mirin.
Şofêrê barhilgirê birîndar bû
Şofêrê barhilgirê M.K. jî di qezayê de birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê M.K. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Xamûrê.
Hat zanîn ku li nexweşxaneyê dermankirina wî didome.


