Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku li kampên Herêma Kurdistanê zêdetirî 90 hezar koçberî hîn jî têkoşîna jiyanê didin.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) daxuyaniyek li ser rewşa koçberên li Herêma Kurdistanê belav kir.
IOMyê ragihand ku tevî ku bi ser şerê DAIŞê re gelek sal derbas bûne, li kampên Herêma Kurdistanê zêdetirî 90 hezar koçberî hîn jî têkoşîna jiyanê didin.
Li gorî rapora IOMyê, xaniyên wêrankirî û burokrasiyê rê li ber vegerê girtiye û ji sedî 59ê wan kesên ku vegeriyane gundên xwe nikarin xwe bigihînin ava paqij.
Birînên komkujiyên ku DAIŞê sala 2014an li Mûsil û Şingalê kiribûn hîn nehatine pêçan.
Şefê Mîsyona Îraqê ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve Pascal Reyntjens li ser krîza mirovî ya giran agahiyên balkêş parve kirin.
Li gorî amarên IOMyê, li 15 kampên li Herêma Kurdistanê û gundewarê Mûsilê ji 90 hezarî zêdetir koçber dijîn.
Barê herî giran li ser milê Dihokê ye: 89 hezar kes li kampan e
Li gorî amarên fermî yên ku Şefê Mîsyona IOMyê Pascal Reyntjens eşkere kirine, dabeşbûna koçberan a li gorî parêzgehan wiha ye:
· Li Dihok û Zaxoyê di 13 kampan de bi giştî 89 hezar û 709 penaber hene.
· Li Hewlêrê di 2 kampan de 4 hezar penaber hene.
· Li Rojhilatê Mûsilê di 3 kampan de 3 hezar û 194 penaber hene.
Li pêşiya vegerê 5 astengiyên mezin hene
Reyntjens behsa wan şertan kir ên ku dibin sedem koçber nekarin vegerin ser axa xwe û bal kişand ser zererên li Mûsil û Şingalê.
Astengiyên sereke yên li ber vegerê ev in:
Xaniyên ku di nav xirbeyan de mane: Malên bi hezaran malbatan tunin ku ew vegerinê.
Tevliheviya tazmînatê: Tazmînatên nûjenkirinê yên ku hikûmeta Îraqê soz dabû, ji ber burokrasiyê nayên dayîn.
Nakokiyên ser mal û milkan: Pirsgirêkên milkên ku hatine dagirkirin nayên çareserkirin.
Kêmasiya nasnameyan: Malbat ji ber ku belgeyên wan ên nasname û tapoyê di dema şer de winda bûne, nikarin mafên xwe yên zagonî biparêzin.
Kêmasiya binesaziyê: Xizmetên giştî yên sereke yên wekî elektrîk, av, dibistan û nexweşxaneyan li herêmê nînin.
Ji sedî 59ê kesên vegeriyane ava paqij nabînin
Lêkolîna IOMyê ya li ser malbatên ku vegeriyane destnîşan kir ku kesên vegeriyane malên xwe jî rûbirûyî xizaniyê bûne.
Ji sedî 59ê malbatên ku vegeriyane gundên xwe nikarin bigihîjin ava paqij.
Piraniya dibistan û klînîkên tenduristiyê yên herêmê ji ber kêmbûna karmend û amûran nikarin xizmetê bidin.
Tevî ku 9 meh bi ser derketina wan a ji kampan re derbas bûne jî ji sedî 40ê malbatan herî kêm nasnameya ferdekî/ê malbatê nîne.
Ev rewş jî dibe asteng ku zarok nekarin herin dibistanan.
Ji bêçaretî dîsa vedigerin kampan
Reyntjens bi bîr xist ku Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê bernameyên ji bo vegerê di Tîrmeha 2024an de rawestandine.
Wî ragihand ku ew kesên bi derfetên xwe vegeriyabûn malên xwe ji ber birçîbûn û tîbûnê dîsa reviyane kampan.
Şefê IOMyê ev hişyarî da:
"Pêleke nû dest pê kir. Tenê di mehên destpêkê yên îsal de, 23 malbatên ku ji 107 kesan pêk tê, vegeriyabûn cihên xwe lê ji ber ku stargeh û derfeta debarê nedîtin, ji bêçaretiyê careke din neçar man ku xwe bispêrin kampên koçberan ên li Dihokê."



