Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Şingalê, bi merasîmeke hevpar a Artêşa Îraqê û Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) peymana di navbera YBŞ û hêzên ewlehiyê yên Îraqê de hat ragihandin.
Fermandariya YBŞyê da zanîn ku ew bi 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal a Îraqê dibin.
Peyama xurtkirina rola saziyên sivîl
YBŞyê destnîşan kir ku serkeftina peymanê girêdayî bicihkirina xalên lihevkirinê ye û ev peyam da:
"Em girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û birêvebiriyên xwecihî li Şingalê, û kûrkirina demokrasiyê bi awayê ku tevlîbûna hemû pêkhateyan mîsoger bike, destnîşan dikin."
Merasîma hevpar a li Çiyayê Şingalê
Li Çiyayê Şingalê merasîmeke hevpar a bi beşdariya Fermandariya YBŞ-YJŞyê (Yekîneyên Jinên Şingalê), 60 şervanên hêzên parastina Şingalê, Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê, Parêzgarê Nînowayê û hinek rayedarên payebilind ên Artêşa Îraqê hat lidarxistin.
Di merasîmê de daxuyaniyên YBŞ û Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê cuda cuda hatin xwendin.
Daxuyaniya Fermandariya YBŞyê ji aliyê Tîrêj Şingaliyê ve hat xwendin.
Daxuyaniya Îraqê jî ji aliyê Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Sabah Numan ve hat xwendin.
4 hezar û 165 şervan beşdarî ewlehiya federal dibin
Fermandariya YBŞyê ragihand hêzên wan dê bi 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal bibin.
YBŞyê destnîşan kir ku dê ev gav bibe zemîneke xurt ji bo hevkariya neteweyî û berpirsyariya neteweyî.
Xurtkirina rola Rêveberiya Xwecihî ya Şingalê
Fermandariya YBŞyê ji bo pêşketina pêvajoya entegrasyonê ev peyam da:
"Em girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û birêvebiriyên xwecihî li Şingalê, û kûrkirina demokrasiyê destnîşan dikin. Divê tevlîbûna hemû pêkhateyan mîsoger bibe da ku Şingal bibe konekî hembêzker ji bo zarokên xwe."
"Em gihîştin peymanekê li gel Îraqê"
Berfirehiya daxuyaniya Fermandariya YBŞyê bi vî rengî ye:
"Bi navê Xwedê û Tawûsê Melek.
Wekî dilsoziyek ji bo xwîna şehîdan û parastina rûmeta gelê me, em bîranîna şehîdên jenosîda Êzidiyan û tevahiya şehîdên Îraqê dikin.
Di encama baweriya me bi yekparçeyiya Îraqê û serweriya wê de, em radigihînin ku me bi Hikûmeta Federal a Îraqê re li hev kiriye.
Em dawî li têkiliya leşkerî ya serbixwe ya hêzên xwe (YBŞ û YJŞ) tînin ku hejmara wan digihîje 4 hezar û 165 şervanan.
Ew dê entegreyî pergala ewlehiyê ya federal bibin û çek dê têkevin destê dewletê. Ev lihevkirin dê bibe bingehê qonaxeke nû ya berpirsyariya hevbeş.
“Çiyayê Şingalê bi serbilindî li ser pêyan ma”
Ev peyman di çarçoveya dîroka Şingalê û wê jenosîdê de ye ku gelê me yê Êzidî Tebaxa 2014an bi destê çekdarên DAIŞê rûbirûyî kuştin, revandin û metirsiya tunebûnê bû.
Çiyayê Şingalê, bi leheng û zarokên berxwedana Êzidî re bi serbilindî li ser pêyan ma.
“YBŞ û YJŞ di nav êşa komkujiyê de ava bûn”
Di wê kêliya çarenûsî de, ji bo parastina gelê ku rastî komkujiyê hatibû, YBŞ û YJŞ ji nav êşê û îradeya jiyanê derketin.
Şervanên me ji bo parastina gelê me û axa me, 530 şehîd û bi sedan birîndar dan.
Em yekem kes bûn ku piştî têkbirina DAIŞê alaya Îraqê li Şingalê hilda. Em tekez dikin ku Şingal beşeke ku ji Îraqê veqete nîne.
"Pêwîst e rêkeftin bi giştî were pêkanîn"
Îro em derbasî qonaxa xebata di nav saziyên dewletê de dibin.
Yekxistina biryara ewlehiyê bingeh e ji bo çespandina serweriyê û rêgirtina li vegerandina terorê.
Lê ev bi şertê parastina mafên şervanên me, rêzgirtina li şehîdan, û misogerkirina asayîşa Şingalê û mafên xelkê wê ye.
Xurtkirina Rêveberiya Xwecihî ya Şingalê
Hêza dewletê bi şiyana hembêzkirina welatiyên xwe û dabînkirina mafên wan tê pîvan.
Serkeftina peymanê pêwîstî bi bicihkirina ciddî ya xalên wê, çareserkirina şopên jenosîdê, eşkerekirina çarenûsa windayan, û avedankirina Şingalê heye.
Em tekezî li ser xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya xwecihî ya Şingalê dikin.
"Divê ruhê niştimanî di qonaxa bicihkirinê de berdewam be"
Em spasiya Serokwezîrê Îraqê û hemû aliyên ku alîkar bûn dikin. Em hêvîdar in ev ruhê niştimanî di qonaxa bicihkirinê de berdewam be.
Serkeftina herî mezin hebûna azad a gelê me ye
Fedekariyên me di oxira mirov, ax, rûmet û jiyanê de bûn. Îro em dê berdewam bin li ser berpirsyariya xwe.
Serkeftina herî mezin a li dijî komkujiyê ew e ku gelê me li ser axa xwe, li welatê xwe Îraqê, bi mafên xwe yên parastî bi awayekî zindî, azad û ewle bijî."


