Hewlêr (Rûdaw) - ENKSyê di salvegera 15emîn a damezrandina xwe de daxuyaniyeke berfireh belav kir.
ENKSyê ragihand ku ew di qonaxa nû de daxwaza pergala federalîzmê dikin û divê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî bibe fermî.
ENKSya ku 26ê Çiriya Pêşîn a sala 2011an ji bo bersivdana daxwazên neteweyî û rewa yên gelê Kurd hatiye damezrandin, diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Beasê 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, Sûriye di bin serokatiya Ehmed Şer de ketiye qonaxeke nû ya veguhêz.
Encumenê bi çavekî erênî berê xwe da biryarnameya hejmar 13 a Ehmed Şer û ew wekî gaveke girîng ji bo çareserkirina doza Kurdî bi nav kir.
Daxwazên ENKSyê yên ji bo destûra nû
Di vê çarçoveyê de, ENKS daxwaz dike ku gelê Kurd di avakirina destûra nû de bibe şirîkê sereke yê biryardanê da ku pergala Komara Sûriyê bibe federal, demokratîk û pirreng.
Di heman demê de hat xwestin ku hebûna neteweyî ya gelê Kurd û mafên wî yên siyasî di destûrê de bên naskirin, zimanê Kurdî li herêmên Kurdan bibe zimanê fermî û parêzgeh li gorî taybetmendiya neteweyî û erdnîgarî ya herêmên Kurdan ji nû ve bên sererastkirin.
"Divê siyaseta cudaxwaz a serdema berê bê betalkirin"
Di berdewamiya daxuyaniyê de, ENKSyê bang kir ku divê hemû biryarên awarte û siyaseta cudaxwaz a serdema berê bên betalkirin.
Di serî de rakirina encamên projeya "Kembera Erebî", vegerandina nasnameyê ya ji bo kesên bêparbûyî û pêkanîna dadweriya veguhêz wekî şertên sereke hatin destnîşankirin.
Encumenê her wiha tekezî li ser amadekirina şert û mercên ewle kir da ku xelkê resen li gorî biryarên navneteweyî û bi taybetî Biryara 2255 a Neteweyên Yekbûyî vegerin herêmên xwe yên mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.
Di daxuyaniyê de parastina pêkhateyên din, misogerkirina mafên olî û çandî yên pêkhateya Êzdî û avakirina dewleteke medenî ya bêalî jî wekî xalên girîng cih girtin.
Peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û amadekariyên kongreyê
ENKSyê li ser asta navxwe ya Kurdistanê, pêbendbûna xwe bi xurtkirina pêwendiyên kûr ên li gel Herêma Kurdistanê dubare kir û rêzdariya xwe ji bo rola neteweyî û piştgiriya berdewam a Serok Mesûd Barzanî nîşan da.
Encumenê diyar kir ku ew hîn jî girêdayî encamên "Konferansa Yekhelwêstî û Yekrêziya Kurdî" ne ku sala 2025an li Qamişlo hatibû lidarxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ENKSyê xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe ya pêncemîn amade dike da ku sazûmana xwe ya rêxistinî nû bike û di navendên biryardanê de derfeteke berfirehtir bide pêşengiya jin û ciwanan.
.jpg&w=3840&q=75)

