Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlehiyê ya Navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Hesekeyê, îro giştînameyek belav kir.
Di giştînameyê de li hemberî îstîsmara malên koçberan hişyarî hat dayîn û hat diyarkirin ku dê li hemberî binpêkeran "tedbîrên yasayî yên tund" bên standin.
Ev giştîname bi îmzeya Birêvebirê Navçeya Serê Kaniyê û Birêvebirê Ewlehiya Navçeyê hat belavkirin.
Tê de hat destnîşankirin ku di van demên dawî de hinek kesên ku li malên koçberan bi cih bûne, xwediyên wan ên ku bi karwanan an jî bi dilxwazî vedigerin îstîsmar dikin û ji bo valakirina xaniyan pereyan ji wan dixwazin.
Dê kesên sûcdar bê
Birêvebiriyê ev kiryar wekî binpêkirina rênima û qanûnên heyî bi nav kir û got:
"Dê li hemberî her kesê ku were îspatkirin malbateke ku dixwaze vegere mala xwe îstîsmar kiriye, bi hevahengiya desthilata dadweriyê re tedbîrên tund ên qanûnî bên standin."
Her wiha hat diyarkirin ku piştî tomarkirina dosyeyê bi rêbazên fermî, dê ew kesên binpêker bi sûcê "destdanîna bêmaf a ser xanî û milkên xelkê û îstîsmara wan" sewqî dadgehê bên kirin.
Bangî kesên vedigerin hat kirin
Di giştînameyê de bangî hemû kesên ku vedigerin malên xwe û rastî van tevgiriyan tên hat kirin ku tavilê serî li Birêvebiriya Ewlehiya Navxwe ya Serê Kaniyê bidin da ku tedbîrên pêwîst bên standin.
Her wiha hat qedexekirin ku ti kes an malbat bikeve wan xaniyên ku li ser navê ewlehiya navxwe hatine tomarkirin, heta ku serdana birêvebiriya ewlehiyê nekin û belgeyên fermî yên xwedîtiya milk neyên piştrastkirin.
Hat destnîşankirin kesên ku guh nedin vê biryarê dê bên darizandin.
Dest danîne ser nêzîkî 5 hezar û 500 malan
Gelek malbatên ku dawiya sala 2019an ji Serê Kaniyê koçber bûbûn û niha vedigerin herêmê, di wergirtina malên xwe de rastî zehmetiyan tên.
Hinek ji wan malan ji aliyê çekdaran an jî Erebên hawirde ve hatine dagirkirin û ew red dikin ku bêyî dayîna pereyan xaniyan vala bikin.
Her wiha beşek ji xaniyan jî bi temamî an jî bi qismî wêran bûne.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê 8ê vê mehê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku çekdar û malbatên hawirde dest daniye ser nêzîkî 5 hezar û 500 malan û wan malan ji bo xwediyên wan vala nakin.

.webp&w=3840&q=75)

