کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mihemed Nasirî / Wêne: Hengaw

Mihemed Nasirî / Wêne: Hengaw

Kurdistan

Werzişvanê Kurd Mihemed Nasirî hat girtin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

27-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran27-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Sûriyeyê li ser zanîngehên Rojava û Kobaniyê biryareke girîng da
Kurdistan27-10-2026

Sûriyeyê li ser zanîngehên Rojava û Kobaniyê biryareke girîng da

Ji bo Pêvajoya Aştiyê şertê sereke: 'Divê gundên ku hatine şewitandin ji nû ve bêne avakirin'
Kurdistan27-10-2026

Ji bo Pêvajoya Aştiyê şertê sereke: 'Divê gundên ku hatine şewitandin ji nû ve bêne avakirin'

Felaketa li Çemê Merîçê: Cenazeyên du zarokên Kurd vedigerin Herême Kurdistanê
Kurdistan27-10-2026

Felaketa li Çemê Merîçê: Cenazeyên du zarokên Kurd vedigerin Herême Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hersînê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, werzişvanê naskirî yê Kurd Mihemed Nasirî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.

Tevî hewldanên malbata wî, heta niha li ser cihê girtina Nasirî û rewşa wî tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafên mirovan yên li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, werzişvan Mihemed Nasirî 26ê Cotmeha 2026an, ji aliyê Şaxê 16an ê Dadgeha Giştî û Şoreşê ya Kirmaşanê ve ji bo îfadeyê hatibû gazîkirin. Hat ragihandin ku Nasirî piştî çûyîna dadgehê hatiye girtin.

Tê angaştkirin ku Nasirî ji ber parvekirinên xwe yên li ser torên civakî û rexneyên wî yên li ser rewşa aborî ya xelkê hatiye gazîkirin.

Çavkaniyên mafên mirovan dan zanîn ku werzişvanê Kurd bi "propagandaya li dijî hikûmetê" tê tawanbarkirin.

Tawan red kiribûn

Nasirî beriya ku were girtin, di vîdyoyekê de ku li ser hesabê xwe yê Instagramê belav kiribû, angaştên derbarê propagandaya li dijî dewletê û çalakiyên bi vî rengî red kiribûn.

Nasirî di vîdyoyê de diyar kiribû ku wî tenê rexne li Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Xulam Hisên Muhsinî Eceyî û hinek berpirsên din girtine û destnîşan kiribû ku navên navborî bersiva daxwazên gel nadin.

Tevî hewldanên malbata wî yên ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa wî, rayedarên ewlehî û dadweriyê yên Îranê heta niha derbarê girtin û cihê girtina Nasirî ti agahî parve nekiriye.

Di du mehan de herî kêm 120 kes hatine girtin

Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di du mehên dawî de li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 120 welatî, çalakvan û werzişvanên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin.

Raporên mafên mirovan eşkere dikin ku piraniya van kesan bêyî hincetên yasayî û bêyî biryara dadgehê di girtgehên nihênî de tên girtin û mafê wan ê hevdîtina bi parêzer û malbatên wan re tê astengkirin.

Çavdêrên siyasî didin zanîn ku piştî xwenîşandanên salên borî, zextên li ser çalakvanên sivîl, jîngehparêz û werzişvanên ku rexneyan li rewşa aborî û siyasî ya Îranê digirin, bi awayekî berçav tundtir bûne.

Pirsên