Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku vegera karwanê 7an ê ji 800 malbatan pêk dihat, heta demeke nediyar hatiye bipaşxistin.
Her çendî komîteyê sedema vê biryarê bi "tedbîr û rêkarên yasayî" ve girêdabe jî, di nav koçberan de tirs û xofeke mezin a ewlehiyê heye.
Koçber ditirsin ku ew kiryarên li Girê Spî hatin kirin, li Serê Kaniyê jî ducare bibin.
Li Girê Spî dest danîbûn ser mal û milkên koçberan û malên wan şewitandibûn.
Tirs û xofa ducarebûna bûyerên Girê Spî
Li kampan gelek koçber bi hêviya ku navê wan di karwanê 7an de derkeve jiyana xwe derbas dikirin.
Wan xwestibû vegerin ser çar dîwarên xwe yên li Serê Kaniyê lê bersiva neyînî hêviyên wan têk bir.
Koçbera bi navê Eweş Xetoyê bal kişand ser metirsiya vegera bê parastin û nebûna xizmetguzariyan a li kampê.
Eweş Xetoyê hest û nêrînên xwe wiha anîn zimên, "Karwan dê ber bi ku ve bi rê bikeve?
Li Girê Spî koçber talan kirin û malên wan şewitandin. Xelk êdî newêre biçe.
Heta ku rê neyê vekirin û leşkerên me bi me re neyên, ma em dikarin herin nav wan çekdaran?
Em niha di nava kampê de mane. Bi Xwedê ne dermanxane, ne bijîşk û ne jî wesayît hene. Em ji bêçareyiyê mirin."
"Em tenê dixwazin vegerin"
Koçbereke din a bi navê Emel Ehmedê jî da zanîn ku piştî agahiyên ji Girê Spî hatine tirs ketiye nav dilê wan û got:
"Li Girê Spî wisa çêbû û em tirsiyan. Xelk êdî newêre vegere û em nizanin çi bikin.
Xelk derdikeve diçe, navên şêniyên gundan derdikevin lê yên bajêr li vir mane.
Em tiştekî din naxwazin, em tenê dixwazin vegerin ser malên xwe."
Tevî van metirsiyan jî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê tekez kir ku sedema rawestandina karwanê bi temamî girêdayî tedbîrên yasayî ye.
Zêdetirî 10 hezar malbatî li benda vegerê ne
Ji ber şer û êrişên leşkerî yên sala 2019an ên li ser herêmê:
- Zêdetirî 14 hezar malbatan (nêzîkî 85 hezar kesan) ji Serê Kaniyê koçber bûn.
- Heta niha tenê 3 hezar û 278 malbat vegeriyane ser cih û warên xwe.
- Hîn jî 10 hezar û 722 malbat li kampan di bin mercên giran de li benda vegerê ne.


