Amed (Rûdaw) - Li gundê Pîranê yê navçeya Şankuşê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nebûna rêyan şêniyên gund neçar in kel û pelên xwe bi keran veguhêzin.
Li gundê ku ji 150 malan pêk tê, li serê her malekê kerek an jî 2 ker hene û ker li vî gundî bûne beşeke bingehîn a jiyanê.
Gundî dema ku ji navenda bajêr an jî ji navçeyê vedigerin, hemû kel û pel û pêdiviyên xwe bi keran dibin malên xwe.
Ji gundê Pîranê heta rêya sereke ya asfaltê rêyeke axê û teng a bi dirêjiya 3 kîlometreyan heye.
Gundî diyar dikin ku tevî hemû serlêdanan jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Şankuşê rêyên wan asfalt nakin.
Bi taybetî di demsalên zivistan, payîz û biharê de ji ber heriyê çûn û hatin li ser rêyê gelekî zehmet dibe û jiyana gundiyan disekine.
Muxtarê gundê Pîranê Zulkuf Yîgîtalp diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin nebûna rê ye û got:
"Binesaziya me nîne û em hîn jî barên xwe bi keran dibin nav gund.
Li vir heke ker nebin jiyan nîne. Şênî ard tînin, ji ber ku rê tune ye ji meydana gund heta malê bi keran dibin.
Pirsgirêka herî mezin zivistanê ye. Dema nexweşekî me hebe em heta ser rêya sereke bi peyatî diçin."
Zulkuf Yîgîtalp her wiha anî zimên ku ji ber nebûna rê koçberiyeke mezin çêbûye û pê de çû:
"Me hem ji şaredariya navçeyê hem jî ji şaredariya bajarê mezin re gotiye.
Dema hilbijartinan tên ji me dengan dixwazin lê piştî hilbijartinan kes nayê cem me.
Ji sala 2012an heta niha ji ber nebûna rê 130 malan ji vî gundî koç kiriye.
Heke ker nebin jiyana me bi rê ve naçe."
"Em nexweşan bi darbestê dibin"
Şêniyên gund eşkere dikin ku ji bo asfalkirina rêya ax wan gelek caran serî li qaymeqamtiyê û şaredariyan daye lê daxwazên wan nehatine bicihanîn.
Şêniya gund Rahiye Bagciyê got:
"Rêya me herî ye. Em dixwazin rêya me çêbikin û bikin beton.
Kolanên me xirab in. Ji ber ku rê nîne ambulans jî nikare were gund."
Şêniyê bi navê Yaşar Akbaş jî bal kişand ser zehmetiya veguhestina nexweşan û wiha axivî:
"Zivistanan rê tên girtin. Heke nexweşên me hebin em nexweşên xwe heta ber ambulansê bi darbestê dibin. Ev serdem ne ew serdem e."
Nexweşê diyalîzê Zulkuf jî da zanîn ku divê ew di nava hefteyê de 3 caran biçe nexweşxaneyê û got:
"Rêyên me gelekî xirab in û wesayît nikarin werin gund.
Ez nexweşê diyalîzê me û pêdiviya me bi ambulansê heye."
Şêniyê gund Ahmet Adiyaman jî xwest ku dewlet destê xwe dirêjî wan bike û da zanîn:
"Em hemû barên xwe bi heywanan tînin û dibin. Em rêyekê dixwazin."
Li gorî gundiyan, eger ev rê neyê çêkirin dê koçberî berdewam bike û di paşerojê de kes li gund nemîne.


