Hewlêr (Rûdaw) - Rojeke germ a havîna 2018an, wênegirê ajelên kovî Sabir Dirî li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ajelek dît ku destpêkê wisa dizanîbû ku mişk e.
Piştî heşt salan, lêkoler di wê baweriyê de ne ku dibe wêneyê Sabir bibe delîla yekem a dîtbarî ya hebûna coreke simoreyên bejayî li Îraq û Herêma Kurdistanê ku di lîsteya ajelên "nêzîkî metirsiyê" de ye.
7ê Tîrmeha 2018an, Sabir Dirî li gundê Dirê yê devera Barzanê ku nêzîkî 145 kîlometreyan li bakurê Hewlêrê ye dimeşiya.
Armanca wî ew bû ku cihêrengiya zindewerên wî gundê ku berê bav û kalên wî lê jiyane bike belge.
Geşta wî tijî metirsî bû ji ber ku ew herêm ji ber operasyonên bi dehan salan ên Tirkiyeyê yê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatiye valakirin û wekî herêmeke qedexekirî tê dîtin.
Sabir ji Rûdawê re ragihand, "Min hewl dida wêneyên hinek çûk û şîrdarên (ajelên bi guhan) kovî bigirim ku li nêzîkî sînor dijîn.
Ji ber şer û êrişên asmanî, herêm ji bo meşê jî metirsîdar bû. Ji ber ku ti rê tune bû, ez neçar mam bi pêyan bimeşim."
Sabir her wiha got, "Min gelek caran serdana wê derê kiribû. Ez piştrast bûm ku gelek şîrdar û çûkên kovî yên ku heta niha nehatine tomarkirin, dikarin li wir û li deverên din ên Kurdistanê bên dîtin û tomarkirin."
"Min dît ku tiştek dilive"
Sabir piştî ku sibe û nîvroya xwe bi ger û lêgerîna li pey ajelên kovî derbas kir, westiya û ji bo bêhnvedanê rawestiya.
Sabir anî zimên, "Min dît ku tiştek dilive. Ji mişkekî mezintir bû. Yekser winda bû û çû nav qulekê."
Berî ku çend wêneyan bikişîne, demekê li wî ajelî temaşe kir.
Sabir wisa bawer dikir ku ew ajelekî kojer ê asayî yê wê devera dijwar e û pir kûr li ser hûrgiliyên wî nesekinî.
Sabir ew wêne xistin nav arşîva xwe ku zêdetirî 28 hezar wêneyên çûk û ajelên kovî li xwe digire.
Ew wêne di dema geştên wî yên ber bi çiyayên Herêma Kurdistanê de hatibûn girtin.
Wêne dema ku lêkolerê jiyana kovî û parêzvanê jîngehê yê ji Zanîngeha Silêmaniyê Soran Ehmed û hevalên wî li ser pirtûkekê dixebitîn, derketin holê.
Pirtûka wan li ser ajelên biguhan (şîrdaran) ên Herêma Kurdistanê bû.
Soran Ehmed da zanîn ku wan ji Sabir xwestiye wêneyên kojeran û şevşevokan ji bo pirtûkê bide wan.
Piştî vekolîna wêneyan, derket holê ku ew ajel "simoreya erdê ya Asyaya Biçûk" (Spermophilus xanthoprymnus) e ku wekî "simoreya bejayî ya Anatolyayê" jî tê naskirin.
Ji bo Îraqê tomarkirineke nû ye
Ev cor bi giranî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijî. Qada jiyana wan heta Ermenistan û Rojhilatê Kurdistanê jî dirêj dibe.
Zanyariyên Komelgeha Pisporên Şîrdaran a Amerîkayê nîşan didin ku ev cor li wan her sê welatan hatiye tomarkirin lê navê Îraqê tê de nîne. Ji ber vê yekê, dîtina vî lawirê biçûk li Barzanê îspat dike ku qada jiyana wî berfirehtir e.
Berevajî simoreyên daran, ev ajel li deştên vekirî, zozan û mêrgên çiyayan dijî. Ji bo bêhnvedanê û xewa zivistanê jî di bin erdê de qulan çêdike.
Soran Ehmed diyar kir ku pişta vî ajelî bi rengê gewr an qehweyîya tarî ya bêtik e, guhên wî biçûk in û li dora çavên wî xelekên spî hene.
Her wiha qirik û çeneya wî spîvekirî ye, zikê wî zerokî ye û boçika wî ya kurt bê xêz e û serê wî reş e.
Soran got ku ev cara yekem e simoreyeke ji cinsê Spermophilusê li Îraqê tê tomarkirin û ev tomarkirina yekane ya simoreya bejayî ye li welêt.
Beriya niha li Îraqê tenê "simoreya Qefqazê" (Sciurus anomalus) hatibû tomarkirin ku ew jî li nav darberûyan li gelek deverên Herêma Kurdistanê dijî.
Hewlên ji bo belgekirina fermî
Soran Ehmed da zanîn ku dîtina vî ajelî li Herêma Kurdistanê li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ne tiştekî surprîz bû, ji ber ku berê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatibû tomarkirin.
Wî wekî mînak bal kişand ser "hamstêrê Brandt" ku li seranserê Anatolya, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heye.
Wî eşkere kir ku ew ajel jî beriya niha cara yekem li Îraqê li ser Çiyayê Serkayê yê li Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin.
Niha lêkoler dixebitin ku tomarkirina vê simoreyê pêşkêşî lêkolîn û pejirandina zanistî bikin.
Soran Ehmed ragihand, "Dema ku ajelek cara yekem li welatekî tê tomarkirin, tenê belavkirina wêneyên an îdiakirin têrê nake.
Em dê bi amadekirina gotarekê di kovareke navneteweyî ya hakemdar de, bi hevkariya pisporên navxweyî û navneteweyî vê tomarkirinê bi awayekî fermî belge bikin."
Soran da zanîn ku tîma wan heman rêkar ji bo tomarkirinên roviyê Blanford, jûjiyê Brandt û hamstêrê Brandt jî bi kar aniye.
Ajel di bin metirsiyê de ye
Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN), simoreya bejayî ya Asyaya Biçûk di lîsteya ajelên "nêzîkî metirsiyê" de tomar dike û diyar dike ku hejmara wan kêm dibe.
Kêmbûna nifûsê, tengbûna qada cografîk û perçebûna jîngehên wan van ajelan dixe bin xeterê.
Mayîna wan a dirêj a di bin erdê de dibe sedem ku di dema lêkolînên jiyana kovî de neyên dîtin, bi taybetî li wan deverên ku çûna wan zehmet e.
Soran Ehmed anî zimên ku kêmbûna çavkaniyan nasîna van ajelan aloztir kiriye û domand:
"Ev gelekî asayî ye, ji ber ku berê ti rêberekî me yê meydanî yê taybet an zanyarîdanka me ya pergaldar nînin ku şîrdarên Herêma Kurdistanê li xwe bigire."
Soran hêvî dike ku pirtûka li ser şîrdaran û malpera cihêrengiya biyolojîk a Kurdistanê alîkariya xelkê bike da ku ajelên nenas nas bikin û bizanin ka berê hatine tomarkirin an na.
Ev derfet tenê bi şîrdaran re sînordar nîne.
Di dema amadekirina pirtûka "Marên li Herêma Kurdistana Îraqê" de, Soran û hevalên xwe nêzîkî 10 corên din ên maran destnîşan kirine ku bawer dikin li herêmê hene lê belê hebûna wan hîn bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Soran Ehmed got, "Em piştrast in ku xebatên meydanî yên zêdetir dê corên nû yên şîrdaran derxînin holê, bi taybetî baçermok û kojeran, ji ber ku gelek ji wan li navçeyên nêzîkî sînorên Tirkiye (Bakurê Kurdistanê û Îranê tên nasîn."


.jpg&w=3840&q=75)
