Hewlêr (Rûdaw) - Îro 6 ciwanên din ên ji parêzgeha Silêmaniyê ku li Lîbyayê hatibûn rizgarkirin, vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Navenda Hevahengiya Qeyranan a Herêma Kurdistanê ragihand ku 14 Kurdên din di girtîgehên Lîbyayê de hatine dîtin û ji bo 10 kesên ku çarenivîsa wan ne diyar e jî lêgerîn didome.
Di daxuyaniya ku îro hat belavkirin de wiha hat gotin:
"Piştî ku agahiya windabûna hejmarek ciwanên devera Raperînê di demên borî de hat, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Karên Navxwe û Daîreya Pêwendiyên Derve hatin raspardin ku ji bo dîtin û vegerandina wan a bi silametî rêkarên bilez bigirin ber xwe.
Berbanga îro 6 ciwanên din bi silametî û bi hevaltiya nûnerê Daîreya Pêwendiyên Derve gihîştin ser axa Herêma Kurdistanê."
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew ciwan zêdetirî 2 mehan in li Lîbyayê mabûn.
Çar ji wan xelkê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne, yek ji wan xelkê Koyeyê ye û yê din jî xelkê qezaya Dukanê ye.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Ebubekir Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi vegera van 6 ciwanan, hejmara wan koçberên ku di nava salekê de ji Tûnis û Lîbyayê vegeriyane Herêma Kurdistanê ji 500 kesî derbas bûye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin:
"Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirin, hêsankirin û hevahengiya di navbera hemû aliyên pêwendîdar de hemû amadehî kiribûn.
Piştî pişkinîn û tedawiya bijîşkî ya ji aliyê tîmên tenduristiyê yên balafirgehê ve, tîmên Wezareta Karên Navxwe ciwan bi silametî radestî malbatên wan kirin."
14 Kurdên din di girtîgehan de ne
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 14 ciwanên din ên Kurd di girtîgehên Lîbyayê de hatine dîtin.
Hat ragihandin ku ji bo derxistin û anîna wan kar û xebat ji aliyê Daîreya Pêwendiyên Derve ve dest pê kirine û piştî temambûna kar û barên wan ew jî dê di çend rojên bê de vegerin Herêma Kurdistanê.
Her wiha 9ê mehê jî 11 koçberên din ên Kurd ên ku li Lîbyayê asê mabûn, di ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê re hatibûn vegerandin.
8ê Îlonê jî komeke ciwanên Kurd a ji 33 kesan pêk dihat ku li Lîbyayê hatibûn desteserkirin, hatibûn vegerandin.
Piştî wê jî roja înê 3 ciwanên din ên heman komê hatibûn vegerandin ku piraniya wan şêniyên Îdareya Serbixwe ya Raperînê bûn.
Ji ber hebûna komên cuda yên bi çekan, Lîbya wekî cihekî metirsîdar tê dîtin û gelek caran hişyarî hatiye dayîn ku welatî wê rêyê ji bo çûyîna Ewropayê bi kar neyînin.



.jpg&w=3840&q=75)