Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şingalê, krîza qaymeqamtiyê ya ku ev çend meh in didome ji ber lihevnekirina aliyên siyasî kûrtir dibe.
Lêkolîna li ser ewlehî û belgeyên 10 kesên ku serî li Meclisa Parêzgehê dabû bi dawî bûye lê cudahiya nêrînan a di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de wekî astengiyek rê li ber hilbijartinê digire.
Lihevnekirina navbera komên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî yên li Meclisa Parêzgeha Mûsilê bûye sedem ku diyarkirina birêvebiriya îdarî ya Şingalê careke din bixitime.
Piştî pêvajoya serlêdanê ya ku 18ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribû û 5 rojan ajotibû, namzediya 10 kesan zelal bû lê belê nehatiye diyarkirin bê meclis dê kengî rûniştina dengdanê pêk bîne.
PDK: Hêzên li herêmê rê li ber hilbijartinê digirin
Parlamenterê PDKyê yê Mûsilê yê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî li ser vê pêvajoyê ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser hevsengiya hêzan a li navçeyê.
Şêrwan Duberdanî anî zimên ku baskê siyasî û leşkerî yê ku niha li Şingalê çalak e rê nade qaymeqamekî nû bê hilbijartin û got:
"Aliyê ku li Şingalê serdest e, heta niha rê nedaye ku qaymeqamekî nû were hilbijartin. Ew dixwazin berbijêrê xwe yê ku di rûniştina 2024an a Meclisa Parêzgeha Mûsilê de bi awayekî neyasayî deng li ser hatibû dayîn li ser xelkê ferz bikin."
YNK: Heke lihevkirin nebe sindoq dê diyar bike
Li aliyê din, Serokê Fraksiyona YNKyê ya Meclisa Parêzgeha Mûsilê Mihemed Casim Kakeyî ragihand ku pêvajoya îdarî û yasayî di rêya xwe de bi rê ve diçe.
Kakeyî bi bîr anî ku ji bo qaymeqamiyê 10 kesan bi awayekî fermî serî lê daye û dosyayên wan ên ewlehiyê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve hatine erêkirin.
Mihemed Casim Kakeyî destnîşan kir ku heta niha rojeke diyar ji bo hilbijartinê nîne û ev mijar di rojeva civîna asayî ya sibe ya meclisê de jî cih nagire û wiha pê de çû:
"Em li bendê ne ku aliyên siyasî bi rêya diyalog û lihevkirinê vî erkî zelal bikin lê eger alî li hev nekin, Meclisa Parêzgeha Mûsilê dê bi rêya dengdana rasterast a li holê pirsgirêkê çareser bike."
Paşxaneya krîzê: Biryarnameyên 2024an nehatin bicihkirin
Valahiya birêvebirî ya li Şingalê vedigere biryarên 2ê Tîrmeha 2024an ên Meclisa Parêzgeha Mûsilê.
Meclisê di wê dîrokê de birêvebirên 20 yekeyên îdarî yên li seranserê parêzgehê guhertibû û ji bo 18 birêvebiran fermana destpêkirina kar derketibû.
Lê belê ji bo Seydo Heyriyê ku ji aliyê meclisê ve ji bo Qaymeqamiya Şingalê hatibû hilbijartin û Nayif Seydo Qasimê berbijêrê YNKyê yê ji bo Birêvebiriya Nahiyeya Sinûnê fermanên destbikarbûnê derneketin û her du kes jî nekarîn dest bi karê xwe bikin.
Pîvanên ji bo namzedan
Li gorî yasaya hilbijartinan û yasaya parêzgehên ne girêdayî herêmê, divê namzedên qaymeqamtiya Şingalê xwedî van 7 pîvanan bin:
Temen û welatîbûn: Divê herî kêm 30 salî be û welatiyekî Îraqê be.
Perwerde: Divê xwedî bawernameya lîsansê yan hevtayê wê be.
Tomara edlî: Divê ji ber tawanên rûreşiyê, xirabiyê yan dosyayên gendeliyê nehatibe cezakirin.
Niştecihbûn: Divê tomara nifûsa wî li Mûsilê be yan jî bêyî armanca guhertina demografiyê herî kêm 10 salan bênavber li parêzgehê jiyabe.
Paqijiya siyasî: Divê navê wî di nav biryarên Komîteya Lêpirsîn û Dadweriyê (paqijkirina ji Beasê) de nebe.
Kesayetiya sivîl: Divê di nava hêzên bi çek an saziyên ewlehiyê de personelekî bi unîforma nebe (tenê karmendên sivîl ên van saziyan tên qebûlkirin).
Ezmûn: Divê di saziyên giştî de xwedî herî kêm 10 sal xizmeta karmendiyê be.



