Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Jin û Bipêşketinê
ya Herêma Kurdistanê bi hevkariya Ofîsa Birêxistina Pêşniyarên Navneteweyî ya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Saziya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women)
encamên lêkolîneke hevpar eşkere kir.
Li gorî encamên vê lêkolînê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî
ji sedî 90ê malbatan di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de rastî pirsgirêkên
mezin tên.
Encamên lêkolînê li Otêla Rotanayê ya Hewlêrê di çalakiyeke
asta bilind a parêzvaniyê de bi raya giştî re hatin parvekirin.
Di çalakiyê de bangî Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka
navneteweyî hat kirin ku pirsgirêka mûçeyê di pêşnûmeya yasaya budceyê de ne
wekî nakokiyeke darayî lê wekî mafekî destûrî û mirovî çareser bikin.
Dîplomatên biyanî, nûnerên rêxistinên navneteweyî û
rayedarên bilind ên ji Hewlêr û Bexdayê beşdarî vê bernameyê bûn.
Bihayê mirovî yê qeyrana mûçeyê
Lêkolîna ku ji aliyê Konseya Bilind a Jin û Bipêşketinê ve
hatiye amadekirin bi beşdariya 400 malbatan û 8 birêvebirên giştî pêk hat.
Navê lêkolînê "Ewlehiya Malbatê ya di Bin Zextê de: Bihayê
Mirovî yê Qeyrana Mûçeyê" ye.
Sekretera Giştî ya Konseya Bilind a Jin û Bipêşketinê ya
Herêma Kurdistanê Dr. Xanzad Ehmedê di çalakiyê de axivî û diyar kir ku
pirsgirêka mûçeyê êdî ji mijareke darayî derketiye û bûye sedema zexteke giran
a derûnî û newekheviya zayendî.
Dr. Xanzad Ehmedê got:
"Jinên li Başûrê Kurdistanê barê herî giran ê vê
qeyranê hildigirin ser milên xwe. Ew neçar dimînin ku ew budceya kêm a dikeve
destê wan bi rê ve bibin, xizmetên xwedîkirinê yên bêberamber bi cih bînin û di
bin zexteke berdewam a derûnî de hevsengiya malbata xwe biparêzin."
"Mûçe berpirsyariyeke destûrî ye"
Birêxistkarê Pêşniyarên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî jî bal kişand ser pêbendiyên navneteweyî yên Îraqê
yên di çarçoveya mekanîzmaya Lêkolîna Dewrî ya Gerdûnî (UPR) ya Neteweyên
Yekbûyî de.
Dr. Dîndar Zêbarî got, "Mûçe berpirsyariyeke destûrî û
mirovî ye. Divê ev mijar ji nakokiyên siyasî dûr bê nirxandin."
Bangên ji bo aliyên pêwendîdar
Di bernameyê de ji bo aliyên cuda daxwaz û bangên girîng
hatin kirin.
Ji bo Hikûmeta Federal a Îraqê:
Beşa destûrî ya Herêma Kurdistanê ya di budceyê de bi awayekî zelal û li gorî salnameyeke diyar ji nû ve bê dabînkirin.
Mafê mûçeyê yê karmendên Herêma Kurdistanê bêyî derengxistin û li gorî pîvanên mafên mirovan bê misogerkirin.
Ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Mûçe li gorî salnameyeke rêkûpêk û diyarkirî bên dabeşkirin û di têkiliyên li gel Bexdayê de şefafî berdewam bike.
Budceya sektorên sereke yên wekî tenduristî, perwerde, av û elektrîkê ji kêmkirinê bê parastin.
Di qonaxên qeyranê de ji bo bihêzkirina şiyana darayî ya jinan, di wezaretan de budceya hestiyar a li hemberî zayendê bê amadekirin.
Ji bo civaka navneteweyî û konsulxaneyan:
Beriya pesendkirina dawî ya pêşnûmeya budceyê ya li parlamentoyê, ji bo dîtina çareseriyeke dadperwer û mayînde ya ji bo pirsên budce û mûçeyê, hemû rêyên dîplomatîk û darayî yên li gel Bexdayê bên bikaranîn.
Çareserî beriya pesendkirina budceyê
Li gorî organîzatorên vê çalakiyê, ev gav ne tenê
pêşkêşkirina lêkolîneke akademîk e. Di heman demê de armanc ew e ku dengê
rastîn ê malbatên kêmderamet û tengasiyên wan bigihîne biryarderên herêmî û
navneteweyî.
Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser budceya sala bê
gihîştine qonaxeke giring, lewma ev pêngav hat avêtin.



.jpg&w=3840&q=75)