Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrwanê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, 7 kes bi gumana ku ji ber kivarkan bi jehrê ketine rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan, li gundikê Zereniyê yê gundê Îronê 7 kesên ji heman malbatê ew kivarkên ku ji çolê kom kiribûn xwarin.
Piştî xwarinê rewşa wan giran bû
Piştî xwarina kivarkan rewşa 7 kesan giran bû.
Li ser agahdarkirina xizmên wan, tîmên tenduristiyê yên lezgîn çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya pêşî ew 7 kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şêrwanê.
Lê ji ber gumana bijehrêketinê, her 7 kes pişt re veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û dermankirina wan hîn jî didome.



.jpg&w=3840&q=75)