Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya karwanê 7emîn de îro û sibe 847 malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê vedigerin ser mal û milkên xwe.
Heta niha zêdetirî 4 hezar malbatan vegeriyane gundên xwe yên li gundewarê Serê Kaniyê.
Hat ragihandin ku Asayîş plan dike hefteya bê nêzîkî hezar malbatên din jî vegerîne.
Di qonaxên bê de jî biryar e nêzîkî 9 hezar malbatên xelkê navenda bajarê Serê Kaniyê bi xwe vegerin ser warên xwe.
"Mala ku min bi keda xwe ava kiribû talan kirine"
Koçbera bi navê Şemsa Xelef piştî 8 salan cara ewil mala xwe ya li gundewarê Serê Kaniyê dît.
Hevjînê Şemsayê miribû û dema zarokên wê piçûk bûn wê bi destê xwe xaniyê xwe lêkiribû lê dema vegeriya dît ku mala wê hatiye talankirin û ziyaneke mezin dîtiye.
Şemsa Xelefê li ser wêraniya mala xwe got, "Min bi keda destê xwe ev mal ava kir.
Dema zarokên min piçûk bûn min lê kir lê tiştek nehiştine, birine. Hetanî beşt, tûtî û hemû kel û pelên hundir birine."
Şemsayê anî zimên ku dizîn xem nake lê ya wan diêşîne ew e ku tiştên mayî jî bi zanebûn xera kirine.
Ji ber wêraniyê, ducare destpêkirina jiyanê ya li herêmê gelekî zehmet e.
"Mala xerabe ji bin konan çêtir e"
Tevî wêrankariyê jî gelek koçber dibînin ku mala wan a xerabe ji jiyana di bin konan û li dibistanan gelekî çêtir e.
Yek ji wan jî Cemîl Etiya ye ku xelkê gundê Reşê Etiya ye.
Ew bi malbata xwe ya ji 50 kesî pêk tê re piştî salan vedigere ser xaka bav û kalên xwe.
Cemîl Etiya zehmetiyên jiyana koçberiyê wiha vegot, "Wekî ku em di zindanê de bûn, em hêsîr bûn.
Me li dibistanan gelek zehmetî dît. Niha em vedigerin gundê xwe, nav milkê bavê xwe û li ser gora dê û bavê xwe."
Heta niha zêdetirî 4 hezar malbatan vegeriyane
Vegerandina koçberan li ser du rojan û di çarçoveya karwanê 7emîn de bi rê ve diçe.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ê Hisîçayê Siyamend Efrîn li ser vegera koçberan zanyarî dan û got:
"Di vî karwanê 7emîn de 847 malbat di nava du rojan de derbasî gundên Serê Kaniyê dibin.
Înşallah em dê di hefteya bê de nêzîkî hezar malbatên din jî vegerînin."
Siyamend Efrîn diyar kir ku heta niha zêdetirî 4 hezar malbatî vegeriyane û plana wan heye ku hefteya bê dora 9 hezar malbatên din ên ku xelkê bajarê Serê Kaniyê bi xwe ne jî vegerînin.


