Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê barana ku bi roj dibariya, danê êvarê bû berf.
Ji ber barîna zêde, navenda bajêr spî bû û di çûn û hatina wesayîtan de astengî derketin.
Li bajêr pileya germahiyê daket bin sifirê û cade û kolan di demeke kurt de bi berfê hatin nixumandin.
Ji ber berfê di çûn û hatina otomobîlan de dem bi dem zehmetî çêbûn.
Hinek welatî jî derketin kolanan û li ber avahiyên dîrokî bi dîtina berfê dilxweş bûn.
Li aliyê din, Birêvebiriya 12emîn a Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber ku hewaya sar bandora xwe zêdetir kiriye, ji bo parêzgehên Erzirom, Erzingan û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û Bayburta Tirkiyeyê hişyariya "cemeda çandiniyê" da.
Di daxuyaniya saziyê de hat diyarkirin ku ji îro û pê ve, dê li seranserî herêmê qeşa çêbibe û li hinek cihan jî ev qeşa dê dijwartir be.
Saziya Keşnasiyê her wiha ji cotkar û wan kesên ku bi çandiniyê ve mijûl in xwest ku li hemberî zerer û metirsiyên cemedê hişyar bin û tedbîrên xwe wergirin.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)