Hewlêr (Rûdaw) – Dema destûra lêgerîna petrolê ya şirketa dewletê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li Mêrdînê hat dirêjkirin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, destûra lêgerîna petrolê ya ku qada bejayî ya 38 hezar û 438 hektar digire nav xwe, dê heta 22yê Çiriya Pêşîn a 2028an derbasdar be.
Dema destûra lêgerîna petrolê ya TPAOyê ya li Mêrdînê hat dirêjkirin.
Biryara birêveberiya Giştî ya Karên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirtûştî ya li ser petrolê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî biryarê, daxwaza TPAOyê ya ji bo dirêjkirina dema destûra lêgerîna neftê ya li Mêrdînê hat pejirandin.
Bi vê yekê, destûra lêgerîna petrolê ya TPAOyê ya li qada bejayî ya navborî heta 22yê Çiriya Pêşîn a 2028an hat dirêjkirin.
Biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, qada bejayî ya li Mêrdînê ku rûberê wê 38 hezar û 438 hektarî digire nav xwe.



