Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînor ê Mendeliyê yê bi Komara Îslamî ya Îranê re tê girtin.
Deriyê Şîbê jî piştî mehekê ji girtina wî, careke din tê vekirin.
Desteya Deriyên Sînor a Îraqê îro daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, îro demjimêr 08:00an Deriyê Sînor ê Şîbê yê bi Komara Îslamî ya Îranê re tê vekirin.
Ev yek piştî wê yekê tê ku pêdiviyên teknîkî û rêkarên pêwîst ên ji bo hat û çûna geştyaran û veguhastina kel û pelan temam bûne.
Deriyê Şîbê bûbû sedema xwenîşandanan
Deriyê Sînor ê Şîbê yê di navbera parêzgeha Meysanê û Komara Îslamî ya Îranê de 21ê Çiriya Pêşîn a borî hatibû girtin.
Ev yek li wê parêzgeha ku piraniya wê Şîe ne bûbû sedema xwenîşandanan.
Hinceta hikûmetê ya ji bo girtina derî ew bû ku wî derî ji nû ve amade bike.
Girtina Deriyê Mendeliyê
Desteya Deriyên Sînor a Îraqê ragihand ku dê 13ê Çiriya Paşîn demjimêr 08:00an Deriyê Sînor ê Mendeliyê yê bi Komara Îslamî ya Îranê re were girtin.
Ev deriyê sînor dikeve sînorê parêzgeha Diyaleyê.
Mendelî devereke Kurdistanî ye û li gorî Madeya 140î herêmeke nakok a di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de ye.
Desteyê li ser sedema girtina derî jî daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku ew derî ji bo karkirin û amadehiya ji nû ve tê girtin.
Ev biryar bi taybetî ji ber nêzîkbûna demsala baranê hatiye dayîn.
Ji ber ku îhtîmal heye baran bandorê li hat û çûna barhilgir û otomobîlan a nav derî bike.



