Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê DEVAyê Alî Babacan pêvajoya çareseriyê gotûbêj kir.
Her du alî hevnêrîn bûn ku pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e û divê piştgirî lê bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan pêşwazî kir.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî beşdarî hevdîtinê bû.
"Pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e"
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa naveroka hevdîtinê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Her du alî hevnêrîn bûn ku pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e. Pêwîst e ev derfet bê nirxandin û ji bo serxistina wê piştgirî lê bê kirin."
Her wiha her du aliyan tekez kir ku serkeftina aştiyê ji bo bihêzkirina asayîş û aramiyê li Tirkiyeyê û herêmê bi giştî girîng e.
Spasiyên Babacan ji bo Barzanî
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Alî Babacan spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin û hat gotin:
"Birêz Babacan spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê piştgirî û hevkariya ku di ber serxistina pêvajoyê de dike."
Rûdanên dawî yên herêmê
Rûdanên dawî yên herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê jî got:
"Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya diyalog û rêyên aştiyane û dîplomasiyê kir ji bo çareserkirina pirsgirêk û milmilaneyan."


.jpg&w=3840&q=75)