Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Şehîdan a Îraqê eşkere kir ku ji 90 gorên bikom ên ku li Şingalê hatine dîtin karên tomarkirina 85 goran qediyane û heta niha termên 300 Êzidiyan radestî malbatên wan hatine kirin.
Li gorî heman saziyê, ji bo tesbîtkirina nasnameyan hîn jî cenazeyên zêdetirî 500 Kurdên Êzidî di sarkeran de tên ragirtin.
Serokê Saziya Şehîdan a Îraqê Ebdulîlah Naîlî li ser gorên bikom ên li Şingalê daxuyanî da medyaya Îraqê.
Ebdulîlah Naîlî tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî bi bîr anîn û diyar kir ku li herêmê 90 gorên bikom hatine tesbîtkirin.
Karên tomarkirina 85 gorên bikom qediyan
Naîlî da zanîn ku desthilatdaran karên kontrol û tomarkirinê yên 85 gorên bikom temam kirine û termên nêzîkî 700 kesî yên ku ji van goran hatine derxistin ketine bin lêkolînê.
Serokê Saziya Şehîdan a Îraqê destnîşan kir ku di encama xebatên tesbîtkirina nasnameyê yên Saziya Tiba Dadî de termên 300 Êzidiyan radestî malbatên wan hatine kirin û xebatên ji bo 5 gorên din berdewam dikin.
Ebdulîlah Naîlî her wiha anî zimên ku îhtimal heye li Şingalê gorên din ên bikom ên ku heta niha nehatine dîtin û vekirin hebin, loma dosyeya gorên bikom bi temamî nehatiye girtin.
Zêdetirî 500 termî di sarkeran de ne
Serokê Hevpeymaniya Doza Êzidiyan û Parlamenter Murad Îsmaîl, di merasîma veşartina 25 termên ku ji gorên bikom ên Şingalê hatibûn derxistin de ragihandibû:
"Mafê malbatan ê veşartina hezkiriyên xwe mafekî bingehîn ê rûmeta mirovahiyê ye lê tiba dadî di vî warî de bi temamî bi ser neket.
Termên zêdetirî 500 şehîdên Komkujiya Êzidiyan di sarkerên tiba dadî de ne û li hêviya veşartinê ne."
Ew 25 termên ku 1ê Çiriya Pêşîn hatibûn veşartin, koma nehemîn a qurbaniyên Şingalê bûn ku radestî malbatên wan hatibûn kirin.
Êrişa DAIŞê û Komkujiya Êzidiyan
DAIŞê piştî dagirkirina Mûsilê, 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û li bajêr komkujiyeke mezin pêk anî.
Di êrişan de bi sedan Kurdên Êzidî bi awayekî bikom hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar kesî ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin revandin.
Kurdên Êzidî vê komkujiyê wekî "Fermana 73yan" bi nav dikin.
Di vê fermanê de jin û zarokên keç ên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatin kolekirin, mêr hatin sirgûnkirin û bi hezaran kes jî bi komî hatin kuştin.
Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, hezar û 500 Kurdên Êzidî hatine gulebarankirin û heta niha çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 kesî ne diyar e.
Rizgarkirina Şingalê û naskirina komkujiyê
Piştî êrişan ji bo parastina xelkê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin damezirandin.
Bajarê Şingalê 13ê Çiriya Paşîna 2015an bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê Hêzên Pêşmerge, gerîlayên PKKyê û şervanên YBŞ û YJŞyê ve ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2019an roja 3yê Tebaxê wekî "Roja Komkujiya Êzidiyan" ragihand.
Heta niha Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û her wiha welatên wekî Amerîka, Fransa, Kanada, Awistralya, Skoçya, Îrlanda, Ermenistan, Portekîz, Holenda, Belçîka û Luksemburgê jî di nav de gelek welatan fermana li dijî Êzidiyan wekî "komkujî" nas kiriye.



