Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedînê de peyamek da derçûyan û aliyên siyasî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn ku wan li Bexdayê tekezî li ser pirsgirêka tayînkirina derçûyên zanîngehan kiriye ku ev zêdetirî 12 salan e hatiye rawestandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha ji hemû aliyên siyasî xwest ku vegerin parlamentoyê û li ser bingeha destpêşxeriya Serok Barzanî, beşdarî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bibin.
Mesrûr Barzanî ji derçûyan xwest ku ji têkçûnê netirsin û got:
"Têkçûn ne ew e ku tu hewl bidî û bi ser nekevî, têkçûn ew e ku tu ji tirsa serneketinê ti carî hewl nedî."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwendekarên derçûyî teşwîq kir ku ji projeyên biçûk dest bi afirîneriyê bikin.
Pirsgirêka tayînkirina karmendên nû
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku di serdana wan a dawî ya Bexdayê û di civîna bi Serokwezîrê Îraqê re, pirsa damezrandinê yek ji mijarên sereke bûye.
Serokwezîr da zanîn ku zêdetirî 12 salan e Bexdayê rê nedaye ku Herêma Kurdistanê ku karmendên nû tayîn bikr.
Pêkanîna kabîneya nû
Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de destxweşî li wan parlamenteran kir ku beşdarî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê bûn û got:
"Ev pêvajo ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê bû û ne li dijî ti aliyan bû."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha ji hemû aliyan xwest ku li ber ronahiya banga Serok Mesûd Barzanî vegerin parlamentoyê û beşdarî gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû bibin.


