Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Sineyê ragihand ku di 6 mehan de herî kêm 246 kes di bûyerên trafîkê de mirine her wiha destnîşan kir ku di heman heyamê de zêdetirî 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Sineyê Behzad Xezanfarîpûr li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ji Newrozê heta 21ê Îlonê, li seranserê parêzgehê 246 kesan di bûyerên trafîkê mirine.
Li gorî Behzad Xezanfarîpûr, ji vê hejmarê 202 kes li ser rêyên navbera bajaran tûşî bûyerên trafîkê bûne.
28 kes di nav bajêr de mirine û 16 kes jî li ser rêyên gundan tûşî bûyeran bûne.
Wekî ku Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Sineyê diyar kir di heman heyamê de 4 hezar û 503 kes jî di bûyerên trafîkê de birîndar bûne ku ji wan hezar û 265 kes jî jin in.
Behzad Xezanfarîpûr her wiha amaje bi wê yekê kir ku hejmara kesên ku mirine, li gorî heman heyama sala borî bi rêjeya ji sedî 4 kêm bûye.

